آفاق النشاط الثقافي في الفترة القادمة 

   بعد الكونفرانس الخامس واعتبارا من أواسط الشهر الرابع من العام الجاري 2006 ستفتتح الرابطة الموسم الجديد بالاستمرار في عقد الندوات الاسبوعية واحياء الاسابيع الثقافية المتنوعة والبدء في عقد الحلقات الدراسية وطبع وتوزيع الأعمال المختارة حسب برامج وخطط مدروسة حول الحياة الثقافية في مختلف أجزاء كردستان وقد وضعت هيئة المستشارين والهيئة الادارية العامة الخطوط  والمهام العامة على شكل أفكار ومشاريع ومقترحات قابلة للتطوير لتحقيق الهدف المرجو من نشاطنا الثقافي والفني لفترة تمتد حتى الكونفرانس السادس في العام القادمة :....التفاصيل

Kawa Activity/Çalakî

Çapemenî

Nûçey Roşinbîrî

Giştî

Semînar

 

Kurd û Proseyê Aşitî
Li Tirkiyê

Korê birêz /Yaşar Kaya

03.11.2009

 

 

 

 

  Mesela Kurdan û Kurdistanê meseleke dîrokî ye li rojhelata navîn û cîhanê, û gelekî giringe, jiber ne herêmî ye û pirsgirêka Kurdan bûye cîhanî û pêwîst nake em hin tiştan dûbare bikin jiber her çawa Kurdên Başûr êş ji baesiyan dîtiye, me jî weku Kurdên bakur êş ji desthilatên Tirkiyê û yên Kemalî dîtiye, û ev heyama 86 salaye komara Tirkiyê hatiye damezrandin û di dirêjahiya vê demê de hebûna Kurdî her hatiye binpêkirin... çi ji serdema piştî damezrandinê ve û heta bi kodetaya sala 1980 û herweha heta niha jî, û tiştek jibo Kurdan li bakurê Kurdistanê ne hatiye kirin.
Lê îro em ketine qonaxeke din de, û ew jî ewe ku hikûmeta nû angao ya Erdogan tiştek yan pirogramek na aniye meydanê û di bêjin ku dê pirsgirêka Kurdî çareser bikin, û em dikarin bêjin ku ev jî cara yekê ye ev pirsgirêk bi vî awayê eşkere tê ziman, lê heta niha em nizanin çi dê çêbe, jiber Barak Obama jî di heyama piropagenda xwe de diyar kir ku dê guhertinekê pêkbîne, û piştî serketina wî raste hin guhertin hatin kirin û bandoreke wan li ser rojhelata navîn jî çêbû, wekî din jî berya wê hatina Emerîkayê jibo Iraqê û berya wê jî şerê diwemê Kendavê ku roleke baş leyzt daku Kurdên Başûr rizgariyekê bi xwe ve bi bînin, ango bandoreke van guhertinan li ser rewşa Kurdan hebû, lewra niha hin derfetên weha jibo Kurdistana Bakur jî têne bidest xistin, û  divê derbarê de pediviye Kurd zanîbin çawa van derfetan jibo xwe bi karbînin, ango di vî warî de Kurd naçarin di siyasetê de û herweha di warê abûrî de jî li gor (lîberalîzma Cîhanî) kar bikin, û niha demukratîk bûye dernmanê tevahiya êşên cîhanê...û herweha Kurdistana Bakur giringiyeke xwe di vê yekê de digre, bi taybetî ku bêtirî 25 mîlyon Kurd tê de dijîn, û bi dîtina min hikûmeta niha ya Tirkiyê ya nû bi awakî baştir ji yên berya xwe, kar dike, hem di aliyê Emerîkayê de û hem di aliyê Ewrupayê de baş kar dike, û herweha heta niha her hikûmeteke hatiye ser desthilata Tirkiyê inhkara Kurdan kiriye, lê diyare ya Erdogan ne weha ye, û heta niha tiştekî xirab ne kiriye û hin gavên baş jî avêtine, weku nimûne vekirina TV ke Kurdî bi navê TRT6, û ev jî gaveke gelekî baş bû jiber bi dîtina min ev jî nîşana iflasa siyaseta dewletê ye, çunkî berya niha hebûna Kurdî bi hemû corên xwe ve (ziman, keltûr, medeniyet...htd) ango her tiştekî li dor Kurdan, qebûl ne di kirin, lê bi vekirna vê kenalê diyar kirin ku êdî çare di destê wan de nemaye, û bi dîtina min avêtina vê gavê li cem hin aliyên din jî bi giringî hate qebûl kirin, weku nimûne Emerîkayê dixwaze jibo berjewendiyên xwe tenhahiyê û aramiyê li deverê bicî bike û lihevhatinê di navbera hin aliyên nakok de pêkbîne, û bi taybetî dixwaze aramî di navbera herêma Kurdistna Başûr û Tirkiyê de çêbe, û sedema vê jibo ser wê yekê vedigere, ku gaz û petrola li Tirkiyê bi rê ya xaka Kurdistana Bakur ve derbas dibe, lewra Emerîkayê dixwaze aramî li wê deverê hebe, wekî din jî îro Kurdistana Başûr xwedan ciyografîkeke gelek giringe, jiber ji aliyekî ve petrola welatên Asyaya navîn tê Kurdistanê û piştre şaxek diçe Ewrupayê û şaxê din jî diçe Bakurê Afrîkayê, jibo vê yekê îro Kurd jibo Emerîkayê bûye aliyekî giring, û ev rewş jî bi hêsanî nayête guhertin, û di vê derbarê de û di warê siyasî de pêdivî û naçarî li ser dewleta Tirkiyê jî çêdibe ku hin gavan bavêje, hem di aliyê Kurdên Bakur de û hem jibo Kurdên Başûr jî.... ger em li siysetê binêrin.. ev heyama bêtirî salekê ye gelek karên siyasî li rojhelata navîn têne kirin, weku nimûne berya niha Tirkiyê hez ji Kurdên Başûr ne di kir, em na bêjin neyartiya wan dikir lê têkiliya navbera herdû aliyan ne xweş bû, lê niha Tirkiyê weha dizane ku êdî pêdiviya wê bi dostatiya Kurdên Başûr heye, û ev tişt jibo me Kurdan jî, dê baş be, jiber Tirkiyê dibe rê ya Herêma Kurdistanê û Kurdan jibo Ewrupayê, ger em îro li Sûriyê, Iraqê û Êranê bi nêrin em dê bi bînin ku îro Tirkiyê ji van her sê dewletan demukratîtire, bê guman Kurdên Kurdistana Bakur rastî gelek tiştên xirab hatine weku (kuştin, girtin û bipêkirin...htd) lê li Tirkiyê bi kêmanî mirov dikare tiştekî bi nivîse yan jî biçe ber dadgehê û jibo xwe bi axive, raste dibe ku mafê wan hemû neparastî bin jî, lê bi kêmanî Kurd li hember dadgehan dikarin bi axivin û li hember vê yekê li her sê dewletên din tiştekî weha tuneye, lewra ev yek jî jibo Kurdên Bakur jî başe, ku rewşa wan ji vê siyasetê û şûndetir dê baştir bibe, û sedema wê jî ewe ku Tirkiyê heyama salaye dixwazw biçe nav yekêtiya Ewrupayê, û stander û keltûrê vû yekêtiyê jî eşkereye, û li gor vê standerê divêt mafên Kurdan wekû yê Tirkan di dewleta Tirkiyê de bêne parastin, û em dikarin bêjin ku di vî warî de mafên Kurdan li Kurdistana Bakur heye ku bibe federasiyoneke hevbeş di nav dewletê de jiber em tev dizanin ku Kurd rastî gelek inkariyê û kiryarên xirab hatine, û îro mafên wan heye weku heman mafên Tirkan wergirin, û ya herî baş ewe ku îro li gor riyalîzm û rastîneya siyasî, tevahiya şert û mercên pêkanîna federasiyonekê li Kurdistana Bakur bi awakê hevbeşê di nav dewletê de, hene, li aliyê din jî dibe ku îro hin Kurd jî hene Kurdistaneke serbixwe dixwazin û heta niha jî ev daxwazî di dilê her Kurdekî de heye, lê gelo ev tişt tê kirin yan na?... ev Kurdistana dê niha bê rizgarkirin yan na? Em dikarin giftugoyê li ser bikin, lê niha ez dixwazim bême ser federasiyona Kurdan li Kurdistana bakur ku ew jî di dilê Kurdan de heye, jiber di bînin ku mafê wan heye weku heman bidesthatiyên Tirkan wergirin, û herweha hin aliyên din jî hene bi tenê dixwazin mafên wan yên keltûrî bêne parastin, lê bi dîtina wan hin asteng li hember van daxwazên wan hene, weku nimûne hejmareke qanûnên ku ji serdema Kemalî ve hatine danîn dibin asteng li hember daxwazên wan, çunkî gelek mafên wan qedexe dike û dixwazin hin qanûn bêne guhertin weku (qanûna partiyên siyasî, û yên helbijartinan daku karîbin piropagenda xwe bi zimanê xwe bikin, û li gor sîstemên Ewrupayê kar bikin, û herweha hin yasayên din jî) û li gor vêdaçûna lêkolînerekî 152 yasa li Tirkiyê hene ku li dijî mafên Kurdane, û ger ev qanûn neyêne guhertin Tirkiyê nikare bêje ez welatekî demukratim lewra nikare jî biçe nav yekêtiya Erupayê jî, jiber çareser kirina pirsgirêka Kurdan yek ji daxwzên serekî yên yekêtiya Ewrupayê ye, û bi dîtina wan hin neteweyên din jî di nav hin welatên Ewrupayê de hene (li Beljîkayê, Firansayê, Ispanyayê...htd) ku bi zimanê xwe kar dikin û taybetmendiya xwe ya netewî di parêzin û perlemêntên wan yên taybet jî di nava welatên wan de hene, û tevî vê yekê jî zererê nageînin yekêtiya welatên xwe, û yekêyîta wan welatan têk neçûye, li hember vê yekê Tirkiyê ji ezmûna parçebûna xaka Osmaniyan di tirse ku bêtirî bîst welatan ji wê parçebûn û hatine damezrandin, lewma Kurd heyama sed salî ye daxwaza her mafekî xwe dikin wan bi niyazên parçebûnê tometbar dikin, û li gor vê siyasetê danûstanê bi wan re dike, û îro êdî ev siyaset na meşe û kevin bûwe, jibo vê yekê dibînin ku pêdviye li ser wan hin gavên jibo pirsgirêka Kurdan bavêjn, û mesele bi tenê vekirina TRT6 tuneye, lê belê hin mesele û mjarên dî jî hene divê em wan yek bi yek bînin li cem hev, îro di zîndanên Tirkiyê de êdî her kes dikare bi Kurdî bi axive û beriya niha her kesekî ku bi zimanê Tirkî nedizanî, ne dikarîbû serdana kesên xwe yên zîndanî bike, û niha di perlemênêtê de qanûneke dî tê amadekirin li dor zarokên ku kevir avêtine leşker û polîsan, ango ew zarok dê li gor qanûneke taybet ya bi zarokan û di dadgehên zarokan de bêne dadgehîkirn, û herweha kar jibo hin yasaêyên dî jî tê kirin, û jiwan jî dibêjn ku kesên heyama pênc salan hatine cezakirin dê di malên xwe de bîne zîndanî kirin, herweha hin gavên dî yên erênî hatine avêtin û ev jî hemû bi razîbûn û xwesteya Emerîkayê û yekêtiya Ewrupayê birêve diçe û tê kirin, û wekî dî jî bi dîtina min pirogirameke dî ji derve jî tê meşandin, ango Emerîkayê dixwaze bi Êranê û Tirkiyê re pirsgirêka PKK çareser bike, jiber beriya niha dihat gotin ku pirsgirêk bi tenê ya terorê û ya PKK, û ya Kurdî tuneye, lê îro êdî hemû alî dizanin ku ger PKK jî nebe, pirsgirêka ( kurdî û ya Kurdistanê)her heye û ji bilî vê yekê çara di destê Tirkiyê de tuneye, lewra bi dîtina min lihevhatina Îraqê û Tirkiyê û Emerîkayê heye ku PKK dev ji çekên xwe berde û here nav Tirkiyê û ev jî Tştekî başe... çima?? jber şerekî heyama 30 salan êdî nikare berdewam be, û ya diwê jî ewe ku PKK bi çekdariyê pirsgirêka Kurdî gehande xalekê ku êdî divê dev jê berde û li wêderê bihêle, û herweha jber ku îro mercên siyasî ne li aliyê şerê çekdarî ne, û bi nerîna min piştî hatina emerîkayê jbo deverê, êdî qîmetê şerê çekdarî û ne jî qîmet û qedrê partî yên bi dizî nemaye, û dibe ku li rojhelata navîn partî yên weha yek bi yek nemînin, wekî dî jî pilanek heye ku nivîserên Tirkiyê û dezgehên wan yên ragehandinê dibêjn ku dibe îstixbaratên Tirkiyê hin hevdîtinan bi Ocelan re pêktînin, û ev tşt jî mumkne ku hin hevdîtin li ser hin pilanan û pirobleman çêdikin, û niha hin hevalên PKK û kesên me hatin û çekên xwe danîn, û dewletê bi rê dadweran îfade ji wan wergirt û ew şandin malên wan, û di vê em zanîbin ku ew kes ser bi PKK ve ne û çek û cilên wan yên PKK ne, û ger PKK nebaye ew kes nediçûn serê çiya, û ev jî gaveke mezin bû, lê pêdvîbû weha nekirbaye ku vê cejna weku ya sedsalî lidarxin, raste mirov şadibe û dixwaze aştî bête bicî kirin û tenahiyê bi xwe ve bibînin, lê beriya vê yekê gerek kurdan li hember vê yekê ev piroses ranewestandibaye û gereke ev pêvajo û avêtina gavên weha neyêne girtin, û bi dîtina min hem PKK û hem jî partiya wê DTP çewtiyeke gelek mezin kirin, û nikarîbûn vê pirosesê û vê pêvajoyê îdarebikn, û tabî ev jî tştekî gelekî xirabe û nabe em rê li hember wê bigirin û li gor dîtina min biriyareke şaş dan dema gotin divê girûpa‌ hevalên PKK yên ku li Ewrupayê xwe amadekiribûn neyêne Tirkiyê, û bi dîtina min nabe ev pêvajo bê rawestan, jiber her çende ev aştî rêjeyî be jî, lê hatina wê jibo Tirkan û jibo me Kurdan jî û hem jibo hikûmeta herêma Kurdistanê, mefa û qazance. Û ev li cem min hebû ku min bi kurteyî li ser kêşeya Kurdî, pêşkêşkir.

 

 

نشاطات

اصدارات

اخبار ثقافية

عامــــة

سيمينار

أرشيف