|
 |
Mebest ji proseyê Aşitî, proseya dawî ye, ku li
Tirkiyê dest pêkiriye.
Li pêş hemu tişt, divê bêjin, ku destpêşxerê
proseyê Hikumeta Partiya Dadî û Pêşveçûnê (AKP)
ye.
Di siyaseta dewleta Tirk da cara yêkan e, ku
hikumeteka Tirk destpêşxerê proseyek dibe, ku
armanca proseya hanê çareser kirina pirsa Kurd e
bi rêka demokratîze kirina Tirkiyê va.
Ji bona baştir û rastir têgihiştina proseya
hanê, divê bi kurtî behsa raburdiya nêzik bikin.
Belê rast e, ji damezrandina Komara Tirkiyê û
heya salên dawiyê, hemu kabineyên Tirk xwastine
pirsa Kurd çareser bikin û ji bona vê armancê
rapor amade kirine, bername danine.
Lê belê bername û plana wan ne ji bona
çareseriya demokratîk bû.
Ew xwastina bi tund û tijiyê, bi înkar û asimile
kirinê va kêşeyê Kurd çareser bikin û rapor û
bernameyên wan jî ji bona vê armanca kirêt
hatine amade kirinê.
Arşiva dewleta Tirk bi rapor û bernameyên bi vê
rengê ve gelek dewlemend e.
Hinek partiyên Tirk, ku gava opozîsyon bûne,
derbareyê pirsa Kurd rapor amade kirine ji bona
çareser kirina kêşeyê Kurd peşniyarên xwe pêşkeş
kirine, ku di nava wan da xalên maqul û
demokratîk jî hene.
Lê belê gava hatine ser hukim û hikumet
damezrandina rapor û peşniyarên wan ji bîra wan
çûne, teslîmê siyaseta resmî ya dewletê bûne û
siyaseta hanê bi rêva birine, ku li ser înkar û
asimîle kirina Kurdan hatiye damezrandin.
Û arşiva partiyên siyasî jî bi raporên weha, ku
ne hatine ci be kirinê ve, tijê ye.
Carna jî serokek wekî Ozal xwastiye ji bona
çareseriyê hinek gavan bavêje, lê belê rû be
rûyê gelek asteng bûye, ku berê herkesê partiya
Ozal dij derketiye û bûye astengek.
Lê belê vê carê ne bi vê rengê ye.
Heta îro Partiya Erdoxan bi giştî ligel siyaset
û gavên Erdoxan e, piştgiriyê lê dike.
Belê rast e, ku li pêşiya proseya dawî jî gelek
asteng û kend û kosp hene.
Astenge herî mezin ev zîhniyet e, ku di nava
gelê Tirk da bi hêz e.
Zîhniyeta hanê berhema sîstema perwerdeyî û
ragihandina Tirkiyê ye û eşkere ye ku, guhartina
zîhniyet gelek dijwar e û wext dixwaze.
Herwekî zanayê mezîn Alfred Eînstein dibêjit
“guhartina zîhniyet, ji jêkbelav kirina atom
zehmetir e.”
Bê guman astengeka mezin di nava dewletê da ye.
Dezgeyên dadwerî, mahkemeyê bilind û burokratên
kemalîst gelek kend û kosp datinin li pêşiya
proseyê.
Generalên payebilind jî dijî proseyê ne, ku
hertim dibêjin heya dawiyê emê şerê gerilla
bikin.
Bi gor bîr û baweriya min dudiliya Erdoxan û
hikumeta AKP jî carna dibine asteng li pêşiya
proseya aşitiyê.
Serokwezîrê Tirkiyê gelek caran li ser axaftina
xwe pêgir nebûye, dudilî nişan daye.
Henceta Erdoxan ji bona vê dudiliyê jî heye.
Erdoxan dibêje ji bona ava kirinê maqul nine, ku
çend ciyan xirab kin.
Bi kurt û kurmanci Erdoxan dibêje, ku ji bona
aşitiyê em nexwazin dilê kesên dinê bêşinin.
Kesên, ku Erdoxan nexwaze dilê wan bêşine, dijî
proseyê aşitî ne, dijî hemu cure guhartin û
pêşveçûn e, dijî demokrasî û aşitî û Yêkitiya
Ewropa ne.
Gelek mixabin karnameya Erdoğan di vî warê da
xirab e.
Hêşta jî bîra me neçûye, ku Erdoxan gelek ji
gotinên xwe derbareyê demokrasî û kêşeyê Kurd,
paşgez (paşgav) bûye.
Herwekî tê zanin di havina sala 2005’an da
Erdoxan li Diyarbekirê gotibû, ku “pirsa Kurd bi
rêka demokratize kirina Tirkiyê va tê çareser
kirine.”
Lê belê ji vê rojê ve heya îro Hikumeta Erdoxan
ji bona demokratîze kirina Tirkiyê tû gavên
mîcîd ne avêtine; guhartinên pêwîst di qanun û
Destur da nekirine.
Beravejiya vê yêkê, gavên usa avêtine, ku dilê
kemalîst û generalan pê xweş bûye.
Bi kurtî Hikumeta AKP nexwastiye dilê kemalîstên
sîvîl û generalan bêşîne, ca ji ber tirs be, an
ji ber dilovaniyê be!..
**
Bê
guman proseya aşitî nişkeva nehatiye meydanê.
Gelek sedem û faktorên navxweyî, navçeyî û
nevnetewî yên proseyê hene.
Dikarin bêjin proseya aşitî hukmê mêju ye,
berhema guhartinên navxweyî, navçeyî û navnetewî
ye.
Berê her tiştê bandora berxwedana gelê Kurd di
vê proseyê da gelek e.
Gelê Kurd li hember zilm û zordariya dewleta
dagirker serê xwe ne çemandiye, pê li ser xebat
ji bona mafên xwe yên netewî da girtiye.
Faktorekê din jî ev e, ku gelek dem û dezgeyên
dewletê têgihîştine, ku kêşeyê Kurd êdî bi rêka
serbazî, bi kar anina tund û tijiyê çareser
nabe, divê gavên siyasî, aborî û civakî jî bêne
avêtin.
Navçeya Rojhilata Navîn ne wek berê ye.
Paş ruxana rejîma BAAS û hatina leşkerên Dewleta
Yekbûyî ya Amerîka (DYA) bo navçe, hem parsengê
hêzan û him jî naxşeyê siyasî ya herêmê hat
guhartin; giraniya Kurdan di vê parsengê da
zêdetir bû.
DYA, ji bona ci be ci kirina bernama xwe li
Rojhilata Navîn û Afxanistan û Asyayê Navîn, her
usa hewcedarê dewleta Tirkiyê û Hikumeta Herêma
Kurdistan e.
Ji ber vê yekê ji DYA dixwaze pêyvendiya Tirkiyê
û hikumeta Herêma Kurdistanê baş be û DYA ji
bona vê armancê jî zext li ser herdu alî dike.
Yek ji astengên mezin li ser li yêk nêzîk bûna
Tirkiyê û Herêma Kurdistanê hebûna bingehên
serbaziya PKK li Qendîl e û divê ev asteng
nemine.
DYA, heya niha ji bona lêdana bingehên PKK
alikariya dewleta Tirk kir; dike jî.
Lê belê karbidestên DYA gelek caran gotine, ku
alikariya me ji bona lêdana PKK heta hetayî
nine.
Karbidestên DYA gelek caran zext li karbidestên
dewleta Tirk kirine, ku ji bona çareser kirina
pirsa Kurd bilî rêka serbazî, rêyên dinê jî
bigrine ber.
Bi bîr û baweriya min, faktora serekiya proseya
aşitî, xetên boruyên neft û qazê ne, bi taybetî
jî Projeya NABOCCO ye, ku bo armanca
veguhastina qazê Iraq û Azerbaycan û Asyayê
Navîn bo Ewropa hatiye amade kirinê.
DYA, ne tenê piştgiriya Projeya NABOCCO dike,
her usa têda beşdar e jî, ji ber ku DYA dixwaze
Ewropa di warê qaza siruştî da ji bindestiya
Rusya xilas be.
Ne tenê boruya nefta Kerkuk û Kafkasyayê li
Tirkiyê derbaz dibin, her usa ciyê Tirkiyê di
Projeya NABOCCO da jî girîng e.
Pisporên xetê boruyên qaz û neft dibêjin, ku
xetên boru hewcedarê aramî û asayiş e, navçeyek,
ku têda aramî û asayiş cigîr nebûye, zemanetê
xetên neft û qaz jî nine.
Ji ber vê yekê jî ji ber xatirê zemanetê xetên
boru jî be, divê li Kurdistana Bakurê aramî û
asayiş cigîr be.
Ji bona aramî û asayîşê jî divê kêşeyê Kurd li
Tirkiyê bê çareser kirinê.
Ji bona hemu kes eyan e, heya ku pirsa Kurd neyê
çareser kirinê, aramî li navçe da cigir nabe.
Bê guman tesira Yêkitiya Ewropa (YE) li ser
proseyê aşitî gelek e.
YE, bona endametiyê di YE da hinek merc daniye
li ber Tirkiyê, ku hinek ji wan mercan derbareyê
pirsa Kurd in.
YE di hemu raporên xwe da, ku derbareyê Tirkiyê
amade kiriye, ji Tirkiyê xwastiye, ku kêşeyê
Kurd bi rêka dan û standinê va çareser bike û
ji bona ve armancê jî carna zext li Tirkiyê
kiriye û dike..
**
Gelo
proseya hanê, ku bi axaftina Serokkomarê Tirkiyê
ve dest pê kirî bû, gihiştiye çi qonaxê?
Herwekî tê zanin, wezirê navxweyî ya Tirkiyê
derbareyê kêşeyê Kurd û rêka çareseriyê bîr û
hizrên gelek partî û rêxistinên sîvîl û
rewşenbîr û rojnamevan vergirt.
Biryar e, Hikumeta AKP di wan rojan da bernama
xwe ji bona giftugo kirinê pêşkeşê Parlamentoya
Tirkiyê bike.
Hêşta bi ronî û zelalî eşkere nine, ku di
bernameya hikumetê da çi heye, hikumet bi resmî
negotiye, ku wê çi bike û kijan gavan bavêje.
Lê belê ragihandiye, ku di bernama xwe da çi
nine.
Bi gor gotina Erdoxan 3 xal xeta sora hikumatê
ne, yek dewlet, yek millet, yek ala.
Her usa gotiye, ku lêborinê giştî, perwerde bi
zimanê Kurdî û guhartina Destur di bername me ya
demkurt da nine.
Bê guman kêşeyê Kurd li Tirkiyê di demekê kurt
da nayê çareser kirinê.
Ji bona çareseriyê proseyeka siyasî û aborî u
ferhengî û yasayî ya dur û dirêj pêwîst e û divê
prose jî qonax bi qonax biçite pêş.
Lê belê heta, ku şer hebe, heta, ku gerila li
serê çiya be, prose hertim di bin metirsî da ye.
PKK demeke dirêj e agirbes ragihandiye û ji bona
berdewamiya agirbesê, divê supayê Tirk jî
operasyon neke.
Her usa ji bona ku gerila ji çiyayê bê xarê,
divê lêborinê giştî yê bê qeyd û şert bêne
ragihandinê.
Ji bona ku kêşeyê Kurd û rêka çareseriyê bi
azadî û hem aliyên xwe ve bikeve ber behs û
lêkolinê, divê zirufeka aram û bê şer hebe.
Ji bona helumercekê aram jî divê hikumeta AKP
gavên demokratîk bavêje, qanunên medya, pîtan,
partîyan û hwd bigore, an jî qanunên nû derxe.
Lê belê ji bona desteber kirina gavên demokratîk
û qanunan, divê destura Tirkiyê bê guhartin.
Bi gor bîr û baweriya min guhartina Destur yek
ji mercên serekî ye ji bona serketina proseya
aşitiyê.
Gava sîyaset kete kanala xwe ya asayî û rewşa
siyasî asayî bû, hingê çareser kirina pirsa Kurd
bi bingehî tê rojevê.
Bi gor bîr û baweriya Partiya me, kêşeyê Kurd bi
nasandina mafê çarenus bona gelê Kurd ve tê
çareser kirinê.
Peşniyarên me ji bona destnişan kirina şiweyê
mafê çarenus federasyon e.
Ji ber ku federasyon di zirufên siyasî ya
Tirkiyê, Kurdistan, navçe û navnetewî yen heyî
da, baştirin û guncavtirin şîwe ye.
Lê belê em partiyeka rastbin in û dizanin, ku ji
bona damezrandina federasyonê proseyeka dur û
dirêj pêwîst e, an jî alozî û tevliheviyeka
gelek mezin û navnetewî di navçeyê Rojhilata
Navîn da..
**
Pêwîst
e li ser halwesta partî û rêxistinên Kurd jî
çend tişt bibêjim.
Em wek PSK, di destpêka proseyê da Deklerasyonek
derxist û piştgiriya xwe li proseyê nişan da û
me ragihand, ku em amade ne piştgiriya hikumeta
AKP bikin eger ew gavên demokratîk bavêje.
Dikarin bêjin piraniya Kurdan ligel hinek
têbiniyên xwe, piştgiriya proseyê kirin;
dikin.
Kurd hene, ku dijî vê prose ne û dibêjin “eva
Lozana Duwem e.”
Bi gor bîr û baweriya min ev yêka hanê tiştekê
siruştî ye.
Ji ber ku Kurd yek reng û yek deng nine, rengav
reng e, dengên cuda cuda hene.
Lê belê ji bona, ku prose bi berjewendiya Kurdan
be, divê halwesta partiyên Kurd yek bin.
Gelek mixabin di vê warê da kêmkariya me heye.
Me hêşta halwesta xwe nekiriye yek, û navendek
an komîteyek hevbeş pêkneaniye.
Bi gor bîr û baweriya me divê Kurd bi yekhalwest
pêşwaziya proseyê Aşitî bike.
Di vî warê da erkekî mezin li ber pêşiya Partiya
Civaka Demokratîk (DT) da heye.
Ji ber ku Hikumeta AKP di van çand rojên pêşiya
me da, bernama xwe peşkeşê Parlamentoya Tirkiyê
dike û di Parlamentoya Tirkiyê da têne DTP hene.
Divê em Kurd rewşa siyasî û civakiya Tirkiyê baş
bixwinin.
Bîr û rayê Tirkiyê û siyaseta Tirkiyê îro amade
nine ligel PKK an Ocalan giftugo bike.
Lê belê amade ne ligel DTP, partiyên din yên
legal û dezgeyên sîvîl giftugo bikin.
Ji bona vê yekê jî divê DTP xwe ji vê karê
nedize û nebêje, ku “muxatab Ocalan e.”
Herwekî ronakbîrê hêja Îsmaîl Beşîkçî jî dibêje,
DTP divê bibe pirek di nava dewlet û PKK da.
Kurd her usa divê guhartin û pêşhatiyên siyasî
yên navçe û navnetewî baş bixwine û bi gor vê
xwendinê rêbaz û daxwaz û şiveyê xebata xwe dest
nişan bike.
Bi xwendina partiya me divê em pêşwaziya vê
proseyê bikin û karên usa nekin, ku wê bibite
alîkar ji bona şerxwazên Tirk, Kurd û yên navçe.
Herwekî dizanin, Serokatiya Herêma Kurdistan û
parti û rêxistinên hemu parçeyên Kurdistanê
piştgiriya proseya hanê dikin, ku ev yêka
derfeteka gelek baş e.
Li ser partî û rêxistin û rewşenbîrên Kurdên
Bakur ferz e, ku pêkve ji vê derfetê baş
îstîfade bikin.
Hewlêr
03.11.2009
|
|