“Peymana Lozanê”

Sêmînara rêzdar/ Kurdo Baksî

 

 

 

24/7/2008

 

 Damezirandina vê dewletê dev ji hemû mafên xwe berde."

Meclîsa Tirk roja 18ê Cotmehê ji bo sazkirina heyeta Lozanê cîvîna yekem bi dizî lidarxist.

Di 4ê Mijdara sala 1922an de li Meclîsa Tirk li ser amadekariyên Peymana Lozanê rûniştin pêk dihatin. Di serî de Mebûsê Bedlîsê Yûsif Ziya gelek mebûsên Kurd di vê rûniştinê de, ji heyeta Tirk dixwestin ku di hevdîtinên Lozanê de ew ti carî qebûl nekin ku Rojava û Başûrê Kurdistanê ji Tirkiyê bê veqetandin.  

Heyeta Tirk ya Lozanê bi giştî ji 38 kesan pêk dihat. Naveroka heyetê wiha bû:

Serokê delegasyonê Wezîrê Karê derve İsmet İnönü, delege Mebûsê Sînopê Riza Nûr û

delege mebûsê Trabzonê Hasan Saka.

Di nav 21 şêwirmendê heyetê de mebûsê Amedê Zülfî Tigrel jî hebû. Zilfî Tigrel ji alî rejimê ve ji bo Awrûpiyan wek delegê Kurdistanê hatibû nîşandan.

Dewletên ku beşdarî Konferansa Lozanê bûn ev in: Birîtanya, Fransa, İtalya, Türkiye, Yûnanîstan, Yugoslawya û Japonya. Yekîtiya Sowyetê, Romanya û Bûlgaristan jî tevlî rûniştinên li ser pirsgirêka tengavan dibûn. Herwiha Dewletên Yekbûyî yên Amerîka jî wek çavdêr tevlî konferansê dibû.

Heyetê dewletan di bin serokatiya wezîrên xwe yên karê derve tevlî konferansê bûbûn. Serokê heyeta Brîtanya Lord Curzon, yê Yûnanîstanê Wenîzelos, yê Tirkiyê İsmet İnönü, yê Fransa Poîncare, yê İtalya jî Musolonî bû.

Li Lozanê sê komîsyon hatibûn damezirandin.

1. Komîsyona pirsgirêkên leşkerî û welatan.

2. Komîsyona pergala kêmnetew û biyaniyên li Tirkiyê.

3. Komîsyona pirsgirêkên darayî û aborî.

Li Lozanê sê pirsên esasî dihat nîqaşkirin.

1. Pirsgirêka parvekirina xaka Dewleta Osmanî; yanê tespîtkirina sînoran.

2. Pirsgirêka tengavên Çanakale û Stenbolê.

3. Û pirsgirêka kapîtûlasyonan û deynên Dewleta Tirk.

 

Brîtaniya dixwest ku di şerekî muhtemel ya bi Sowyetê re, karibe wan tengavan ji bo keştiyên leşkerî bikarbîne. Frensiyan dixwest nefta Romanya ji ser van tengavan îthal bike û Sowyetê jî dixwest ku keştiyên leşkerî yên Brîtanî ji tengavê derbasî Derya Reş nebin.

Di encama nîqaşan de daxwazên Brîtanî û Frensiyan biserketin û derbasbûna keştiyên leşkerî ji tengavan hat qebûlkirin.

Roja 12ê Kanûnê jî rûniştina li ser pirsgirêka Parastina Kêmnetewan destpêkiribû. Û helbet di konferansê de mijara herî tevlîhev û nakok rûniştinên li ser vê mijarê bû. Li gor Dewletên Hevkar, li Tirkiyê kêmnetew nedihatin parastin. Serokatiya rûniştinê Lord Curzonê İngîlîz dikir û wiha digot:

Ev pirsgirêk hemû cîhana medenî eleqedar dike. Em bawer dikin ku prensîba hebûn û ewlekariya kêmnetewan prensîbeke wiha ye ku kes li dij dernayê. Ger cudahiyên olî û nîjadi ji bo girseyeke ku di bin rêvebiriyeke biyanî de be, bibe barekî giran û sedemê êş û eleman, kes nikare li dijî vê prensîbê derkeve. Ev prensîp di hemû peymanên ku piştî şer hatine morkirin de cîh girtiye. Rewşa me ya niha jî li ser me ferz dike ku em vê pirsgirêkê bigirin rojeva xwe. Lewra em vê meselê; di dawiya şerekî xedar de, ku di nav kêmnetewan de bûye sedemê xesar û wendayiyên mezin û niha jî di nav kêmnetewên mezin de bûye sedmê perçebûnê de, dinirxînin.

 

Di derbarê mijara Kurdistanê de, serokwezîrê İngilîz Lloyd George jî di 19ê Nîsana sala 1920an de wiha digot: "Zahmete mirov karibe di derheqê Kurdistanê de biryarekê bide. Kurdistan di bin guhê Ermenîstanê de ye û ji ber ku qedera wê, Asûrî û Keldaniyan jî eleqedar dike, bala dewletên Ewropî jî gelekî dikişîne. Herwiha Başûrê Kurdistanê mumkûne ku bikeve bin rêvebiriya Brîtanya. Em fikirîn ku qetandina Kurdistanê ji Tirkiyê, wê baş be. Lê zahmete mirov karibe texmîn bike, ka wê encamên daxwazên Kurdan û hevragirtina wan di dewleteke otonom de, balansekê çawa derxe meydanê?"

 

Di rûniştinê li ser mijarê de heyeta Tirk digot, ‘‘dewleta Tirkiyê, dewleta hevpar ya hemû rûniştvanên Tirkiyê ye û di navbera wan de tu cudahî nîne.”

Heyetên Awrûpî jî digotin; ‘‘Başe, lê em kesên xayrî muslum yên li Tirkiyê dijîn bigrin bin parastina xwe. Yên mayî yanê mislimanên ne Tirk jî bila dibin baskê edaleta we de bin.”

Lord Curzon, di rûniştina 9ê Çile ya sala 1922an de di derbarê mijara parastina mafên kêmnetewan de wiha digot: Em niha derbasî behsa herdû tawîzên ku komîsyona jêrîn dabû heyeta Tirk dibim. Komîsyona jêrin; pêşiyê xwestibû ku hemû kêmnetewên etnîkî yên wek Kurd, Çerkes û Ereb jî wek kêmnetewên olî ji tedbîrên parastinê îstîfade bikin. Heyeta Tirk jî li ser vê yekê got ku pêwîsta van kêmnetewan bi parastinê nîne, lewra ew bi temamî ji hukûmeta Tirk memnûnin. Ez duxwazim bawerbikim ku rewş bi rastî jî wiha ye. Ji ber vê yekê Komîsyona jêrin li ser van gotinên ku bawerî dayê, qebûlkiriye ku tedbîrên parastinê tenê ji bo kêmnetewên olî bisînor bike.

Serokê Heyeta Tirk İsmet İnönü, li ser vê axaftina Lord Curzon wiha digot:

‘‘Watedayineke sînorkirî ji bo terma kêmnetewan, wek tawîzekî tê nirxandin ku komîsyona jêrin daye heyeta Tirk. Lê heyeta me rewşê wiha nanirxîne. Li Tirkiyê hîç kêmnetewek misilman nîne. Lewra hem di warê nazarî de hem jî di jiyana rojane de di navbera elementên şêniya misliman de tû cidahî nayê kirin.”

 

İsmet İnönü ku di rûniştinan de digot ew berdevkê Kurd û Tirk ye, di bîranînên xwe de jî wiha digot: ‘’Li Lozan’ê Kurdan serî li me nedan. Heta me di axaftinên xwe yên Lozanê de doza xwe ya netewî wek ‘em Kurd û Tirk’ yanê wek yek milet me parast û da qebûlkirin.’’

Piştî peymna Lozanê hemû mafên kurdan ji wan hatin standin. Divê cîhan her sal wê peymanê  protesto bike û  kurd li Suriya, Iran,  Iraq û li Tirkiye bigijin mafên xwe.