|
Sergotar
Giringiya
ewlekariya neteweyiya Kurdistanê
Di bin bandora
proseya nûzayînê ya bi jan ku navçeya rojhilata nêvê têde
derbas dibe û netebatiya li welatên Kurd lê heyî, nemaze li
Îraqê.
Her weha, li gor
rola pêşeng a berçavkirî ya tevgera rizgarîxweziya neteweyî
a demokrat a kurd bi taybetî li Îraqê. Di warê proseya
guherîna demokratîk û şerê li dijî terora tundrew ya Îslamî
û neteweperest û şovînîst, tevlî serxistina proseya siyasî a
aştiyane bê bikaranîna tundûtûjî û zorê li hundir bi
alîkariya civaka navneteweyî.
Lêbelê hindek
astengên micid li pêşiya hêzên guherînxwaz de hene, nemaze
hêzên gelê Kurd li herêma Kurdistana Îraqê a federe.
Kurd li herêma Kurdistanê rastî astengên here mezin
tên, ne tenê ji aliyê endamên hevbendiya Îraqî di hikûmet û
parlementoyê de tevlî hevpişkên wan yên berê di nav refên
opozisyona niştimaniya Îraqê de, lê her weha ji aliyê
bermayên rêjîma jinavçûyî û girûpên çekdar û rêxistina
Qayidê. Ji aliyê din ve, biveya rêjîmên cîranên Îraqê,
nemaze Îran û Sûriyê û Tirkiyayê. Van rêjîman herdem hewil
dane, didin ji bo tunekirina ezmûna herêma Kurdistanê bi
hemû şêweyên leşkerî û aborî û yên dinê. Bê
guman, pêwîst e em li berxwe bidin û rêveçûna xwe bidomînin.
Di destpêkê de, divê bunyadgeriya Kurdistanê bête bihêzkirin
da ku bikaribe li dijî teqîn û derbaskirinê, raweste. Tevlî
parastina ewlekariya neteweyî û peydakirina pêwîstiyên
berxwedan û kartêkirinê.
Diyar e ku
Kurdistana Îraqê di vê qonaxê de rola bingeha tevgera kurdî
dilîze, ji aliyê siyasî û manewî ve. Parastin û
pêşvexistina ezmûna wê erkekî kurdistanî ye.
Ji ber ku
dewrûbera herêmê a mirovî û cografîk dirêjahiya neteweyî a
stratejîk pêktîne, proseya kartêkirina erênî dibe erkekî
serekî yê tevahiya hêz û aliyên Kurdistanê di vê qonaxa
nazik û giring de. Pêwîst e danûsitandin û hevdîtin û
alîkarî bi hemû şêweyên lêgal û rewa were destpêkirin û
bihêzkirinê. Armanc jî ewe ji bo çareserkirina aştiyane ya
doza Kurdî û dozên neteweyên kurdistanê û bi serxistina
proseya demokratîk di çarçoveya lihevhatina niştimanî li her
welatekî. Her weha, bi mebesta bihêzkirina aramî û tenahiya
sivîl û hevjiyanê di navbera hemû pêkhateyên neteweyî û olî
û mezhebî li jêr saya azadî û wekhevî û dûr ji zordarî û
sêwana rêjîmên, despotîk û totalîter û terorê de.
Destpêka Laperi |