|
Sergotar
Rêjîma Sûriyeyê berbi peydakirina
nakokiyeke nijadperestiya nûve diçe
Pilanên şovînîst li dijî
Kurdan ranewestiyane. Eger ku serjimara awarte ya ku sala
1962, dora 150, 000 mirovê Kurd ji nasnameyê bêpar hîşt û
zinnara erebî ya ku bi taybetî ji salên 60-î ji sedsala
buhurî hate danan bi mebesta guhêrandina bunyadgeriya
dêmogirafîk li deverên Kurdî li berjewendiya erebkirinê,
armancên xwe bi temamî bicî neanîbin lêbelê salên piştî
herdû pilanên sîstêmkirî bi dehê kiriyar û karûbaran bixweve
girtin, di nav de fitneya sala 2004an, ya ku li Qamişloyê
destpêkir û li Zoravayê bidawî bû, û di Kobanê û Helebê û
Efrînê de derbas bû, û cemawerên Kurd ew ji fitneyekê
veguhastin bo rabûneke pîroz li dijî desthilatdariya
dêspotîka şovînîst û hîşt ku pilan li pêşiya welatiyên
Sûriyeyê û cîhanê tevî were riswakirin berî ku armancê xwe
yên xirab pêkbîne ku hêvî dikirin kurd û ereban li hev gur
bikin û nawçeya Kurdî bikin yeka leşkerî û şerekî xiyalî
peydabikin bi cînarê Iraqî re ji bo balkişandinê û
servezêdekirinên neteweyî.
Di qonaxa niha de, rêjîm bêtir bi hewceyî lîstikên wihaye
nemaze piştî pêşveçûna dadgeha navneteweyî ya taybet bi
tawana destkuştina serok Herîrî û kifşbûna desttêwerdana
rêjîmê di karûbarê Lubann û Îraq û Filistînê de û biriyara
civaka navneteweyî bi sizadana rêjîma Sûriyeyê û firehbûna
refên opozisyona demokiratîka Sûriyeyê li hundir û derve û
zêdebûna piştgiriya navneteweyî ji opozisyonê re tevlî
berzbûna nerazîbûn û astengiyên navxweyî tanî di nava rêjîmê
bi xwe de û herweha pêkhatina bûyer û teqînên vî dawiyê.
Ji ber van sedemên li jor gotî, rêjîm hewil dide ku rewşê li
parêzgeha Cizîrê têkbibe û pilana erebkirinê berdewam bike û
dehan malbatên ereb ji derveyî nawçê bîne ku li wira bicî
bike û dest deyne ser zeviyên cotyarên Kurd yên ku berê zevî
di bin navê “zeviyên dewletê”de ji wan hatibûn sitendin.
Gelek hêz û kesan ji ereb û kurd û niştimanperweran agahî
derbarê xeterên vê biriyarê dabûn ji ber ku gelê Kurd bi
hemû çîn û tiwêjeyan dê bê dudilî li hemberê pilanê bêdeng
nemîne û dê piştgiriya niştmanperwerên Sûriyeyê û raya giştî
ya cîhanê bidestbixîne di vî şerê bo parastina mafan û
demokirasiyê de.
Bûyer weke ezmûnekê ye sebaretî hemû gelê Sûriyeyê ji kurd û
ereban û encamên wê dê rê û asoyên balansa hêzê û derfetên
guherîna demokiratîk destnîşan bikin, ev guherîna ku ser
radeya hevgirtina herdû tevgerên niştmanî di gorepana kurdî
û erebî de di warê pêkanîna armnacên hevbeş de, dimîne.
Destpêka Laperi |