|
Sergotar
Piştî bûyerên
Xezzayê, gelo tiştek heye bi navê“Îslama Siyasî ya
tolerans”?
Di
bin siya parçebûneke eşkere di gorepana siyasî de, hindek
elîtên rewşenbîrî di nawçeya rojhilata nêvê de û hindek
dezgehên lêkolînê li rojavayê ji dema geşbûn û zêdebûna pêla
girûpên tundrew yên islamî, destpê kirin ku bizavên Îxwan
Musilmîn(Birayên Musulman) di rêza bizavên tolerans de
bihjimêrin, ji ber ku wan hergavê pabendiya xwe bi xebata
aştiyane û encamên sandoqên dengdanê wekû alavekê ji bo bi
cîanîna armancên xwe, dida xuyakirin, paş ku baskê wê yê
here qewîn nikaribû desthilatdariyê li Misirê bidest bixe
beriya çend salan di riya pilan û komployan û destkuştin û
tundûtîjiya çekdarî de. Di vî warî de, hêjî ezmûna
partiya-Dad û Geşepêdanê- ya Tirkiyeyê tevlî hemû aloziyên
wê, nimûneyeke li nik xwediyên vê nêrînê!
. Li aliyê din, nêrîna elîtên rewşenbîrî yên babetane û
giran ji aliyê çandî ve û dûrdîtî derbarê vê pirsê de ji ya
berî xwe cudaye. Ew gumanê di tevgera Îxwanan-nemaze li
welatên rojhilata nêvê de dikin, û wê weke çavkaniya
bingehînî ya belavkirina komên tundrew û terorîst û
dibistana ku nifşin bi tevahî amadekirin û kirin êzinga
kiriyarên terorîstî ku Qayide wan bikartîne, û piraniya
baskên“Îslama Siyasî”yên belavbûyî di nav welat û milletan
li Asiyayê û Afrîqiyayê wekû rêxistin û şanên nehênî û
bombeyên zindî, ji encama wê ne! Xezzayê, dane xuyakirin
ku tevgera–Hemas-ku rêxistina Îxwanan li Filistînê ye, paş
ku inqîlaba xwe ya leşkerî bicî anî li dijî lêgaletiyê di
devera–Xezzayê-de û destkuştina mûxalîfên xwe yên siyasî bi
hêza çekan dema ku dît rewşa amade ye piştî ku pere û çek ji
herdû rêjîmên despotîk yên Sûriyê û Îranê wergirtin, rastiya
tevgerên Îxwanan yên tundrew û şêwazên wê yên durû û
wekheviya wê di naverok û şêwazan de di warê kuştin û teror
û xirabkirinê de ji hemî rêxistinên Îslama Siyasî. Bizavên
Îxwan(Birayên Musulman) ne beşekî serekî ne ji tevgerên
rizgarîxweziya niştimanî, berevajî vê çendê ew di gelek
rewşan de û di gelek cihan de bûne asteng li pêşiya riya
rizgarî û pêşveçûnê, û yek ji faktorên parçebûna civakan li
ser bingehên olî û tayfegerî û mezhebî yên kirêt, û bi
rola“caşan” rabûn anjî bûne alavek di xizmeta rêjîmên
dêspotîk de. Tiştê ku ekranan pêşkêş kir li Xezzayê ji
aliyê“artêşên”Hemassê ve û êrîşa wan ser mala serokê
Filistînî yê berê Yasser Erefat-sembola gelê Filistînê-û
belavkirin û talankirina keleûpelên nav mala wî, û her weha
talankirina mala şehîd Abû Cîhad yê ku weke girênendeyê
tevgerên rizgarîxwez kar dikir delîlê kîn û dijminahiya
tevgerên Îslama Siyasî ye derbarê tevgerên rizgariya gelan û
xebata wan li dijî zulim û sitemkariyê û ji bo pêşveçûn û
dêmokirasiyê. Li Kurdistana federe û dêmokiratîk hêjî me
daxuyaniyên–Îsmayil Heniye-yên xirab derheqa têkoşîna gelê
kurd û pêşmergeyên qareman de, jibîr nekirine.
Bûyerên Xezzayê bi piranî dawiyê li hebûna–Îsalma Siyasî ya
tolerans–tînin. Ji elîtên siyasî û çandî di tevgerên gelan
yên niştimanperwer û dêmokirasîxwez de tête xwestin ku vê
guherîna kûr û watedar, bi hûrbînî binirxînin.
Destpêka Laperi |