|
Sergotar
Giringiya stratîcî ya madeya 140
Tevî giringiya yasayî û lêgal û destûrî ya
madeya 140 ya destûra iraqê, ya girêdayî normalîzekirina
rewşa Kerkûkê bi şêweyekî adilane û vegerandina mafan ji
xwediyên wan re ji koçbarkiriyan û yên ku ji ber sedemên
nijadperestî li Kerkûkê hatine niştecîkirin, ev madeya ku
iraqiyan li serê lihevkir û bi îradeya xwe ya azad biriyara
wê girtin, lêbelê ev made bi gelek taybetmendiyên siyasî û
bingehînî ji madeyên din tê cidakirin:
1-Madeya 140 kilîta serkeftinê ye di peydakirina seqamgîrî û
aşîtiyê li iraqê, û li ser bicî anîna wê, weke ku serokê
herêma kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di parlementoya
yekîtiya ewropayê(YE) da xuyakirin, çarenivîsa proseya
siyasî û demokratîk dimîne, her weha rasteqîniya deselata
lêgal û îradeya millî û destûr, angu paşeroja pêwendiyên
kurdî-erebî û neteweyên iraqê yên din di jiyana hevbeş de di
bin saya iraqeka yekgirtî û federe de girêdayî bicî anîna
madeya 140 in.
2-Bicî anîna madeya 140 ezmûneke piratîka sebaretî radeya
giringiya çareseriya aştiyane ji pirsgirêka kurd re û îmkana
ji holê rakirina şûn û şopên şovonîzmê û guherînên
demgorafîk yên ku bi darê zorê li deverên kurdnişîn hatin
bicîanîn, di riya diyalog û hev têgihştinê de û di bin saya
destûr û yasayê de. Bicîanîna madeya 140, anjî bicîneanîna
wê dê nimûneyek be ji tevgera neteweyî ya kurdistanî re di
parçeyên din de, yên ku tûşî guherîna demografîk û zinarên
şovoînî hatine di warê şêweya çareseriyê di riya diyaloga
aştiyane de anjî riyên dinê.
3-Madeya 140 dê pîvaneke rasteqîn be ji radeya pêbaweriya
hevpişkê ereb di iraqê de û hêzên siyasî hevbendên kurdan ji
dema xebata çekdarî
ve û karê hevbeş beriya rûxandina dîktatoriyê. Wisa dê rastî
anjî nerastiya wan bixuye.
4-Madeya 140 navnîşana proseya guherîna demokratîk e di
iraqê de û sînoreke di navbera dîktatorî û nijadperestî û
biratiya neteweyî û hevjiyanê di navbera kurd û erebên iraqê
û neteweyên din û bicîanîna wê dê bibe alîkar di warê
bihêzkirina pêwendiyên dostaniyê di navbera kurd û ereban de
di iraq û dewletên dirawsê û rojhilata nêvê bi giştî de.
5-Hêzên tarîperest û girûpên terorist li bendê ne ku madeya
140 bicî nebe da ku Kerkûkê wêran bikin û şer û nakokiyan
peyde bikin di navbera kurd û ereban de piştî ku biserketin
di warê gurkirina şerên mezhebî û olan di piraniya iraqê de.
6-Serokatiya herêm û hêzên siyasî û hikûmeta kurdistanê divê
berî hertiştî xwe bispêrin îradeya gelê kurdistanê sebaretî
pirsgirêka Kerkûkê û deverên erebkirî bi mebesta vegerandina
wan berbi kurdistanê ve û kûrkirina hevahengî û karê hevbeş
û rêxistî bi tevhiya hêzên demokratxwez yên ereb û tirkmen
kildan re, herweha hêzên hevpeymanan û raya giştî ya cîhanê
û şîrovekirina dadmendiya mafên kurdistanî.
Belê, guman têde nîne ku:"maf eger bêxwedî nebe, tucar
namire!"
Destpêka Laperi |