|
Sergotar
Beşdar be...Tê bizanibe
Weke hercarê, dema ku wextê şanogeriya hilbijartinên
wêneyî(sexte) yên Sûriyê nêzîk dibe, deng bilind dibin û
nêrîn û helwêstên partiyên kurdî dikevin pêşbirkê
de.Alîgirên beşdarîkirinê di hilbijartinan de, li
benda"xêrek"êji serokomar dimînin-weke ku di serdema Hafiz
Esed de pêkdihat-dema ku hinek kes ên ku biriyar bi tevahî
bicî tanîn tanî di şêweya rûniştin û danûsitendina bi dostan
re û ezberkirina pesindan û naznavên serokayetiyê- di
parlementoyê de dihatin te`în kirin.Pirsgirêka van alîgirên
kilasîk ewe ku şansê wan nîn bû ji ber gelek sedeman weke
derketina alîgirin dinê ku di nava xwe de hesreta ketina
parlementoya rêjîmê ji mêj ve vedişêrin, yên ku heye bibine
pêşbirikên wan di warê pêşkêşkirina xizmetan bi taybetî
rawestandina kolana kurdî û aramkirina wê û
dûrkirina"tundrewan"!!ji wê.
Bandora pilanên rêjîmê van rojan di gorepana kurdî de diyar
e, bi taybetî ser girûpên partiyên me, yên ku weke zîbeqê bi
şev beşdar in û bi roj ne başdar in, bêyî ti guhdana balkêş
ji aliyê cemawer û welatparêzên kurd ve.Ev jî nîşaneke din e
ku hilbijartinên ku dê di dawiya vê mehê de–Nîsanê-pêkwerin
ne ciyê baldariya welatiyên kurd e nejî welatiyên Sûriyê bi
giştî-ji xwedî ezmûn bipirse ne ji hekîman!-
Van rojan em note û awazeke nû dibihîzin ji hinek kesên ku
ji rastiya pirsgirêka kurdî tênagihin, û li dirêjahiya
jiyana xwe ya siyasî têkçûyî û binkeftî bûne, ku dixwazin
navdar bibin .Bi rengekî nedîrekt, bang û awazên wan dikevin
xizmeta berjewendiyên desthilatdariyê
de, bi taybetî cidakirina tevgera siyasiya kurdî ji tevgera
opozisyona dêmokiratîka Sûrî bi hincet û behaneyên ne reel û
çewit dema ew dibêjin ku pirsgirêka kurdî dikare çareser
bibe bêyî bicî anîna rêjîmeke dêmokiratîk, û bazarê bi
rêjîmê re ji pişt opozisyona Sûrî ve ya ku nikare
desthilatdariyê bidest bixe li gor wan, dikin.
Ecêb e ku hinek kes rastiyan bi vî rengî tevlîhev dikin:Çawa
beşdarîkirin di bangewaziyên rêjîma ku ji xwe venasînê bi
hebûn û doza milletê kurd nade dibe?!.Çawa beşdarîkirin di
hilbijartinên ku di bin saya yasayên `urfî û û awarte û
desthilatdariya partiya serdest–ya ku serokatiya dewlet û
civakê dike-û tunebûna yasayeke hilbijartinan ya dêmokiratîk
û modêrin û yasayeke ku karûbarên partiyan û ragihandin,
medyayê birêve bibe, dibe?Ji vê wêdetir, gelo çi sûdeya
beşdarîbûna girûpên kurdî di hilbijartinan de, di vê
atmosfêra parçebûna partiyan-jimare wan aniha 24 girûp e–û
parçebûna mezin di tevahiya tevgera neteweyî kurdî û
maytêkirin, desttêwerdana alavên ewlekariyê di laşê wê de,
heye?.
Destpêka Laperi |