|
Sergotar
Konferansê şeşemîn li hember erkên
rewşenbîriya neteweyî
Girêdana konferansê salane yê şeşemîn yê Kombenda Kawa bo
Çanda Kurdî ne karekî rotînî-rêkxistinî bû weke ku bi piranî
di tevahiya dezgeh û komeleyan de pêktê, lê bûyereke berz bû
di rojeva Kombendê de ku îsal derbasî 30`saliya xwe dibe.
Cara yekem bû ku konferans hijmara neteweyî çandî temam dike
bi beşdarbûneke aktîv ji seranserê Kurdistanê ne tenê di kar
û barê rûniştinên civînê de ya ku amadebûneke mezin bi xwe
girt ji aliyê elîtên siyasî û rewşenbîrî û civakî yên
Kurdistanê, lêbelê di tevahiya pile û pêgehên Kombendê de
nexasime komîteya wê ya birvêbira giştî.
Ji aliyê din ve, konferansê şeşemîn wêneyek zindî ji radeya
rêzgirtinê ya ku Kombend dibîne ji aliyê gelê me yê herêma
Kurdistanê û cemawerên Hewlêra paytext, destnîşankir. Di
sentera rewşenbîrî ya zanîngeha Selahedînê de-ciyê
lidarxistina konferansê-piraniya serkirdayetiyên perlemanî û
hikûmî û hizbî û pêkhateyên beşên ragihandin û çandê û
jîngeha akadîmîk û zanîngehê amade bûn. Guman têde nîn e ko
konferansê şeşemîn qonaxeke berz di jiyana Kombendê de bû û
referandumeke siyasî û rewşenbîrî bû derbarê pileya berz ya
ku Kombenda Kawa di dil û wîjdana cemawerên Kurdistanê de
digire, û razîbûna wan ji destkeftî û rêveçûna Kombendê û
rêbaza wê ya neteweyî û dêmokiratîk. Her weha, ev rastî di
axaftinên birêzan sekreterê polîtbîroya PDK-ê û parêzgarê
Hewlêrê û nûnerê parlemento û serokê zanîngeha Selahedînê de
jî hate xuyakirin.
Pêşxistin û bihêzkirina naveroka rewşenbîriya neteweyî ya
Kombenda Kawa li benda avêtina hindek gavên piratîk e berev
bi cîanîna erk û xwestekên pilankirî bi armanca kûrkirin û
firehkirina rola Kombendê di bizava rewşenbîrî de ya ku
eniya pêşîn tê hesêbê di xebata niştimanî û dêmokiratîka
kurd de li hemberî erk û rengên tepeseriya neteweyî–çandî,
tiştê ku divê komîteya birêvebir û komîteyên din berçav
bigirin û amade bin ku beşdarî konferansa heftemîn bibin û
wan erkên ser milê xwe bi tevahî bicîkiribin.
Destpêka Laperi |