Roja 24ê Tîrmeha sala 1923an de li qesrê Ush,
li bajarê Lozanê, li welatê Siwîsre, piştî
nîvro katjimêr di 3an de, peymaneke hat
lidarxistin. Li gor vê peymanê; Kurdistan
dibû çar perçe. Peymana Lozanê li dije
peymana Sevre ye. Li gor Peymana Sewrê li
ser xaka Împaratoriya Osmanî dewletên
Kurdistan û Ermenistanê dihatin
damezirandin. Bendên Peymana Sewrê yên 62,
63 û 64an, damezirandina Kurdistaneke
serbixwe destnîşan dikirin. Benda 62an
Kurdistanê wiha tarîf dikir: "Devera di
navbera rojhilatê Firadê, başûrê
Ermenîstanê, Tirkiyê û Sûrî, yên ku tixûbên
wan wê di pêşerojê de bên diyarkirin û
herêmên ku Kurd tê de piranî ne." Benda 64an
ya Peymana Sewrê jî wiha bû: "Gelê Kurd,
yanê gelê herêmê ger bi piranî daxwaz bike
ku ji Tirkiyê bi tevahî veqete û serbixwe
bibe û serî li Civata Gelan bixe û Civat
baweriya xwe pê bîne ku kapasîta vî gelî, ya
damezirandina dewleteke serbixwe heye û
damezirandinê qewêtî bike, Tirkiyê garantî
dide ku ji bo damezirandina vê dewletê dev
ji hemû mafên xwe
berde."
Meclîsa Tirk roja 18ê Cotmehê ji bo sazkirina heyeta
Lozanê cîvîna yekem bi dizî lidarxist.
Di 4ê Mijdara sala 1922an de li Meclîsa Tirk
li ser amadekariyên Peymana Lozanê rûniştin
pêk dihatin.
Di serî de Mebûsê Bedlîsê Yûsif Ziya gelek
mebûsên Kurd di vê rûniştinê de, ji heyeta
Tirk dixwestin ku di hevdîtinên Lozanê de ew
ti carî qebûl nekin ku Rojava û Başûrê
Kurdistanê ji Tirkiyê bê veqetandin. Heyeta
Tirk ya Lozanê bi giştî ji 38 kesan pêk
dihat. Naveroka heyetê wiha bû:
Serokê delegasyonê Wezîrê Karê derve İsmet İnönü, delege Mebûsê Sînopê
Riza Nûr û delege mebûsê Trabzonê Hasan
Saka. Di nav 21 şêwirmendê heyetê de mebûsê
Amedê Zülfî Tigrel jî hebû. Zilfî Tigrel ji
alî rejimê ve ji bo Awrûpiyan wek delegê
Kurdistanê hatibû nîşandan. Dewletên ku
beşdarî Konferansa Lozanê bûn ev in:
Birîtanya, Fransa, İtalya, Türkiye,
Yûnanîstan, Yugoslawya û Japonya. Yekîtiya
Sowyetê, Romanya û Bûlgaristan jî tevlî
rûniştinên li ser pirsgirêka tengavan dibûn.
Herwiha Dewletên Yekbûyî yên Amerîka jî wek
çavdêr tevlî konferansê dibû.Heyetê dewletan
di bin serokatiya wezîrên xwe yên karê derve
tevlî konferansê bûbûn. Serokê heyeta
Brîtanya Lord Curzon, yê Yûnanîstanê
Wenîzelos, yê Tirkiyê İsmet İnönü, yê Fransa
Poîncare, yê İtalya jî Musolonî bû. Li
Lozanê sê komîsyon hatibûn damezirandin.
1. Komîsyona pirsgirêkên leşkerî û welatan.
2. Komîsyona pergala kêmnetew û biyaniyên liTirkiyê.
3. Komîsyona pirsgirêkên darayî û aborî. Li
Lozanê sê pirsên esasî dihat nîqaşkirin.
1. Pirsgirêka parvekirina xaka Dewleta
Osmanî; yanê tespîtkirina sînoran.
2. Pirsgirêka tengavên Çanakale û Stenbolê.
3. Û pirsgirêka kapîtûlasyonan û deynên
Dewleta Tirk. Brîtaniya dixwest ku di şerekî
muhtemel ya bi Sowyetê re, karibe wan
tengavan ji bo keştiyên leşkerî bikarbîne.
Frensiyan dixwest nefta Romanya ji ser van
tengavan îthal bike û Sowyetê jî dixwest ku
keştiyên leşkerî yên Brîtanî ji tengavê
derbasî Derya Reş nebin. Di encama nîqaşan
de daxwazên Brîtanî û Frensiyan biserketin û
derbasbûna keştiyên leşkerî ji tengavan hat
qebûlkirin. Roja 12ê Kanûnê jî rûniştina li
ser pirsgirêka Parastina Kêmnetewan
destpêkiribû. Û helbet di konferansê de
mijara herî tevlîhev û nakok rûniştinên li
ser vê mijarê bû. Li gor Dewletên Hevkar, li
Tirkiyê kêmnetew nedihatin parastin.
Serokatiya rûniştinê Lord Curzonê İngîlîz
dikir û wiha digot: Ev pirsgirêk hemû cîhana
medenî eleqedar dike. Em bawer dikin ku
prensîba hebûn û ewlekariya
kêmnetewan prensîbeke wiha ye ku kes li dij
dernay
Ger cudahiyên olî û nîjadi ji bo girseyeke
ku di bin rêvebiriyeke biyanî de be, bibe
barekî giran û sedemê êş û eleman, kes
nikare li dijî vê prensîbê derkeve. Ev
prensîp di hemû peymanên ku piştî şer hatine
morkirin de cîh girtiye. Rewşa me ya niha jî
li ser me ferz dike ku em vê pirsgirêkê
bigirin rojeva xwe. Lewra em vê meselê; di
dawiya şerekî xedar de, ku di nav kêmnetewan
de bûye sedemê xesar û wendayiyên mezin û
niha jî di nav kêmnetewên mezin de bûye
sedmê perçebûnê de, dinirxînin.
Di derbarê mijara Kurdistanê de, serokwezîrê
İngilîz Lloyd George jî di 19ê Nîsana sala
1920an de wiha digot: "Zahmete mirov karibe
di derheqê Kurdistanêde biryarekê bide.
Kurdistan di bin guhê Ermenîstanê de
ye û ji ber ku qedera wê, Asûrî û Keldaniyan
jî eleqedar dike, bala dewletên Ewropî jî
gelekî dikişîne. Herwiha Başûrê Kurdistanê
mumkûne ku bikeve bin rêvebiriya Brîtanya.
Em fikirîn ku qetandina Kurdistanê ji
Tirkiyê, wê baş be. Lê zahmete mirov karibe
texmîn bike, ka wê encamên daxwazên Kurdan û
hevragirtina wan di dewleteke otonom de,
balansekê çawa derxe meydanê?" Di rûniştinê
li ser mijarê de heyeta Tirk digot,
‘‘dewleta Tirkiyê, dewleta hevpar ya hemû
rûniştvanên Tirkiyê ye û di navbera wan de
tu cudahî nîne.” Heyetên Awrûpî jî digotin;
‘‘Başe, lê em kesên xayrî muslum yên li
Tirkiyê dijîn bigrin bin parastina xwe. Yên
mayî yanê mislimanên ne Tirk jî bila dibin
baskê edaleta we de bin.” Lord Curzon, di
rûniştina 9ê Çile ya sala 1922an de di
derbarê mijara parastina mafên kêmnetewan de
wiha digot: Em niha derbasî behsa herdû
tawîzên ku komîsyona jêrîn dabû heyeta Tirk
dibim. Komîsyona jêrin; pêşiyê xwestibû ku
hemû kêmnetewên etnîkî yên wek Kurd, Çerkes
û Ereb jî wek kêmnetewên olî ji tedbîrên
parastinê îstîfade bikin. Heyeta Tirk jî li
ser vê yekê got ku pêwîsta van kêmnetewan bi
parastinê nîne, lewra ew bi temamî ji
hukûmeta Tirk memnûnin
. Ez duxwazim bawerbikim ku rewş bi rastî jî wiha ye. Ji ber vê yekê
Komîsyona jêrin li ser van gotinên ku bawerî
dayê, qebûlkiriye ku tedbîrên parastinê tenê
ji bo kêmnetewên olî bisînor bike. Serokê
Heyeta Tirk İsmet İnönü, li ser vê axaftina
Lord Curzon wiha digot: ‘‘Watedayineke
sînorkirî ji bo terma kêmnetewan, wek
tawîzekî tê nirxandin ku komîsyona jêrin
daye heyeta Tirk. Lê heyeta me rewşê wiha
nanirxîne. Li Tirkiyê hîç kêmnetewek
misilman nîne. Lewra hem di warê nazarî de
hem jî di jiyana rojane de di navbera
elementên şêniya misliman de tû cidahî nayê
kirin.” İsmet İnönü ku di rûniştinan de
digot ew berdevkê Kurd û Tirk ye, di
bîranînên xwe de jî wiha digot: ‘’Li Lozan’ê
Kurdan serî li me nedan. Heta me di
axaftinên xwe yên Lozanê de doza xwe ya
netewî wek ‘em Kurd û Tirk’ yanê wek yek
milet me parast û da qebûlkirin.’’ Piştî
peymna Lozanê hemû mafên kurdan ji wan hatin
standin. Divê cîhan her sal wê peymanê
protesto
bike û kurd li Suriya, Iran, Iraq û li
Tirkiye bigijin mafên xwe…