|
Sergotar
Lîstikvanekî sereke ye ..lê di
peydekirina nakokiyan de
Di
hevpeyivîna xwe ya televêziyonî de bi kenala-ABC-ya amerîkî
re, serokê Sûriyê bersiva pirsekê derbarê nêrîna rêjîma wî
ji pirsgirêka Iraqî da û wiha got:“gelek lîstikvan di kirîza
Iraqê de rol digirin, lê Sûriyê lîstikvana sereke ye”, angu
mîratgirê serokatiya Sûriyê mikur dibe ku rêjîma wî para
here mezin ji tawan û kiryarên terorîst yên ku rojane li
Iraqa belengaz dibin, bi xwe digire.Di heman demê de, gelek
nameyan ji layên pêwendîdar bi karûbarên Iraqê nexasime
dewletên yekbûyî yên amerîkayê re dişîne têde amadebûna
rêjîma xwe ji girêdana misaweme û hevpeymanan derbarê Iraq û
herdû kirîzên Filistînî û lubnanî, bê şerm derdibirre, bi
şertê ku rêjîma wî ya tepeser were parastinê û têk neçe û
mijara dadgeha navneteweyî derbarê tawana destkuştina serok
Herîrî were rawestandinê...ta radeya pêşkêşkirina
destjêberdanan ji Israilê re di dema gotûbêjan de
derheqê zeviyên Sûrî yên dagîrkirî de, tiştê ku di navgînên
ragihandinê de di van herdû hefteyên dawî de hate
diyarkirinê. Eger ku niyaza rêjîma Sûrî di warê piştgirtina
hewildanên rawestandina terorê di Iraqê de safî be, hewceyî
bi daxuyanî û bi lîstina rola sereke wesfkirin nîn e, lê bi
qedexekirina derbasbûna çek û teroristan berev Iraqê ve di
riya sûriyê de, û rawestandina gurkirina ragihandinî li dijî
hikûmeta lêgal û venasîndana bimakezagona iraqî
ûferderasiyona herêma urdistanê ûproseya siyasiya demoqrata
heyî piştî rûxandina dîktatoriyetê, lê wekî dixuye ku rêjîmê
tevlîbûna xwe bi hevbendiya Îranî re çesipandiye û biryara
dijminahîkirina rewşa nuh ya Iraqê bê veger daye, û hertiştê
hate gotin di dema seredana şandeya fermî bi serokatiya
serokkomar û sozê ku hatine birîn bi seredana şêxê
teroristan-Haris Darî-re yê ku weke şandeya fermî hate
pêşwazîkirin, hatine sekinandinê
Berjewendiyên tavilê layên ku çarenûsa xwe bi Prsoeya
guherîna demokratîk di navçeyê de ji Iraqê heta bi Filistîn
û Lubnan tevlî Sûriyê girêdane, avakirina eniyeke
yekgirtî bermaberî hevbendiya dijayetîker ya ku ji herdû
rêjîmên tepeser yên Îran û Sûriyê pêktê tevî komikên islama
siyasî yên tundrew, pêwîst dike.Her weha ,
pêdiviya rêkxistina rêjîmên tolerans yên ziyandîtî ji
niyazên hevbendiya behskirî ya ku tovên nakokî û pevçûna
mezhebî û nijadperestî di seranserê rojhilata navîn de,
dadixe holê
Destpêka Laperi |