|
(nêrîna Kurdistanê ji rapora Baker-Hamilton)
1. Nehatina komîsyona James Baker û Lee Hamiltonî bo
Kurdistanê, ji ber çi sebebî dibe bila bibe, kêmasiyeka
mezin bû û wisa li ravekirinên wê raporê kiriye ko
pêbaweriya xwe ji dest bide.
2.
Di pêşniyara hejmara 26-ê de wê grupê daxwaza jinûvelênêrîna
destûrê bi beşdarbûna pisporên Neteweyên Yekgirtî kiriye.
Her jinûvelênêrîneka destûra Îraqê divêt di çarçeweya wê
mekanîzmayê de be ko di destûrê bi xwe de behsê hatiye kirin.
Ji bilî vê em hemî rengên destkariyê red dikin û divêt hemî
alî bizanin yekîtiya axa Îraqê bi pêbendbûna vê destûrê ve
girêdayî ye.
3.
Di pêşniyara hejmara 28-ê de behsa wê yekê hatiye kirin ko
qezenca ji petrolê bikeve bin desthilata hikûmeta merkezî de
û li ser esasê hejmara niştecihan bêt dabeş kirin, herwiha
ko desthilata herêmî bi ser bîrên petrolê yên nû de digel
lihevhatina niştimanî nagunce.
Di heqê vê pêşniyarê de, em pêbendbûna xwe bi wê destûrê ve
dubare dikin ko rêyeka minasib destnîşan kiriye û em hemî
rengên destkariyê tê de red dikin.
4.
Di pêşniyara hejmara 30-ê de ko di heqê
Kerkûkê de ye, rapor behsa paşvedana bicihkirina madeya
140-ê dike û têt xwestin ko çareseriya vê meseleyê bikeve
ser milê ”Grupa nêvneteweyî ya piştgiriya Îraqê” ko di
raporê de daxwaza avakirina wê hatiye kirin.
Qenaeta me ew e ko destûrê mekanîzma û dema bicihkirina
madeya 140-ê diyar kiriye ko ev jî kêmtirîn tişt bû ko kurd
pê hatin razî kirin, ji ber hindê jî her paşvedanek di
prosesa bicihkirina wê madeyê de xetereka pir mezin peyda
dike û bi ti awayî ew ji aliyê xelkê Kurdistanê ve nayêt
qebûl kirin.
5. Di hemî raporê de behsa giringiya xurtkirina
hikûmeta merkezî û lawazkirina desthilata herêmî hatiye
kirin ko ev bi xwe jî li dijî prensîpên federalîzm û destûrê
ne ko Îraqa nû li ser hatiye ava kirin.
Li vê derê em dubare dikin ko awayê federalîzmê rêya tenê ya
parastina yekîtiya Îraqê ye.
6.
Li çend cihên raporê de bi aşkerayî berjewendî û tirsa
welatên cîranên Îraqê hatiye berçav kirin û daxwaza roleka
zêdetir ya wan welatan hatiye kirin ko bi qenaeta me ev li
dijî berjewendiyên gel û axa Îraqê ye, nemaze berjewendiyên
gelê Kurdistanê, û ev desttêwerdanek e jî di karûbarê Îraqê
de.
7. Di hinek niqteyên raporê de wekî pêşniyara hejmara
27-ê û 35-ê daxwaza wê hatiye kirin ko ew aliyên ko li dijî
prosesa siyasî bûn û karê şidetê kirine, bên xelat kirin û
ew jî bi beşdarkirina wan di hikûmetê û desthilatê de ko li
gor qenaeta me ev jî li dijî berjewendiyên piraniya herî
zêde ya xelkê Îraqê û demokrasiyê ye.
8.
Digel spasî û pêzanîna me bo serokê Dewletên Yekgirtî yên
Emerîkayê George W Bush û îdareya emerîkî di roxandina
rejîma berê û mihaweleyên wan di avakirina Îraqa nû de, em
wisa dibînin ko komîsyona James Baker û Lee Hamiltonî hinek
pêşniyarên nerealîst û nelicih pêşkêş kirine ko goya
arîkariya Emerîkayê dikin da ji tengasiyê derkeve.
Heger bi van nêrînan bixwazin wan pêşniyarên nelicih li ser
me ferz bikin, hingê em bi navê xelkê Kurdistanê radigihînin
ko tişta li dijî destûr û berjewendiyên Îraqê û Kurdistanê
be em qebûl nakin.
9.
Ev rapor berovajî wan gotinan e ko rêzdar James Bakerî bi
telefonê ji me re behsê kiribû û gotibû ko di raporê de
behsa liberçavgirtina xweseriyên Kurdistanê hatiye kirin.
Herçend berî derketina raporê me fikr û qenaetên Kurdistanê
diyar kiribûn lê belê komîsyonê ti giringî nedaye nameya me
û nexwendiye jî.
Di dawiyê de em dibêjin:
— Em bi ti awayî pêbendê vê raporê nabin.
— Çênabe ko prosesa demokrasiyê û destkeftên gelê Îraqê û bi
taybetî yên gelê Kurdistanê bêne berterf kirin, û nemaze
piştî hilbijartin û destûrê ko ji aliyê % 80-yê xelkê Îraqê
ve hatiye qebûl kirin û civaka nêvneteweyî û berî hemiyan
Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê piştgiriya wê kiriye.
— Berî ko çareseriya problemên Îraqê ji aliyê xelkên dî ve
bêt kirin, bila ji aliyê îraqiyan bi xwe ve bi rêyeka
rasteqîn bi lihevhatineka niştimanî bêt kirin û ji bo vê jî
em daxwazê li hemî hêzên îraqî dikin ko ewên bawerî bi
prosesa siyasî û destûrê, û îraqeka federal û demokratîk
hebin bila pêngavên esasî ji bo çareserkirina van probleman
bavêjin da ji çareserî û pêşniyarên xelet yên welatên herêmî
û cihanî rizgar bibin.
2006-12-07
Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
Destpêka Laperi |