|
Gelên Rojhilata Navîn li
şayisteyên xwe digerin
Sergotar
Di operasiyoneke
aloze de,hêzên navxwe û derveyî raûboçûn û proje û pilanên
bi akama dirûstkirina çareseriyeke tevav ji nakokiya ku li
gel serhildana welat û kiyanên paş herdû cengên cîhanî û
rûxana emperatoriyeta Osmanî serî hildane,kêş dikin.
Ravekar û çavdêrên
rûdan û pêşhatiyên navçeyê û pêşbîniyên hêzên navneteweyî
yên mezin bi taybetî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA)li
hev dikin ku di çend heyvên bê de guherînên kûr di gorepana
Rojhilata Navîn de pektên,ku buneyad û pêkhateya wê ya
ciyo-siyasî digirin ber xwe û rêjîmên tepeser weke herdû
rêjîmên Dîmeşeq û Tehranê dê ne bê par bin ji guherînên
behskirî.
Her
weha,komikên–Islama Siyasî-yên tunderew û terorîst dê
armanceke herdemî bin ji rûbirûbûna siyasî û rewşeenbîrî û
leşkerî ji layê hêzên guherîna demokrasî yên navxewyî û
herêmî û dost û hevpeymanên wan li her deverê.
Eger ku"hevpeymana
dijayetîker"(rêjîmên tepeser û rêxistinên Islama Siyasî yên
tunderew)hewil dide ku rûpelan tevlî hev bike û hundir û
derve bixapîne û pîstirîn rengên demagojiyê bikar tîne û
tawanên tunekirin û destkuştinan li dijî takakes û hêzên
siyasî yên aştîxwaz encam dide û diruşmên opozisyona
niştimanî didize û rola xemxur li ser serxwebûn û serdestiyê
dilîze,hêzên guherînê xwediyên kêşeyên gel û niştiman û
berpirsên niha û paşeorjê û sazkerên çarenûsê divên ku li
pêşî bin di warê zelalkirina dîmenê û eşkerkirina rastiyan
de weke derewên"hevpeymana dijayetîker"û gerîna li baştriîn
rê bo gihîştina formkirina bername û planên stratîcî û
pratîk û xwendina asoyên paşerojê bi şêweyeke dirust û
misogerkirina mercên pêwîst bo pêkanîna serkeftinê û
têkbirina hevpeymana li dijî guherîn û çaksaziyê ku
çavkaniya teror û nakokiyên teyafgerî û regezperestiyane li
dijî gelan û neteweyên ne ereb e.
Ji ber vê
çendê,Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî heleqeyeke lêkolînî bi
navnîşana "projeya Rohilata Navîn a Nû,semyan û rehendên
wê"sazkir ku tê de heşt mijar li dora tavilê rehendên
projeyê navhatî ji layê pisporên siyaset û yasa û ragihandin
ve li dirêjahiya du rojan hatine pêşkêşkirin.Rol û pêgeh û
nêrîn û paşeroja milletê Kurd di bin saya projeya rojhilata
navîna nû de,xala herî berz û balêkêş bû.
Destpêka Laperi |