|
ŞAHÊ
TEMBURÊ MİHEMED ARİFÊ CİZÎRÎ
Mîrhac Mistefa
Birastî dema mirov navê wî jî
dibihîze, xwîna di damarên mirov de germ
dibe û bi hêztir diherike. Dilgermiyek cuda dikeve hemû
bedena mirov. Di hişê mirov de ew stranên wî yên evînî ji nu
ve şîn dibe. Ez bawerim gelek Kurd bi dengê wî yê têr û tije
mezin bune, helbet gelek stranbêj û hûnermendên Kurd jî li
bin siya wî de xwe parastine û xwe pêş de birine. Jiyana vî
kesayetiyê mezin jî gelek kes wekî min meraq kirine. ji xwe
di zaroktiya xwede dema Cizîr dihate gotin pêşî Mihemed
Arifê Cizîrî dihate bîramin.
“Balkêşe ku di sala
1979 an de du qaset ji stranên Mihemed Arifê Cizîrî wekî
nimuneya stranên Kurdî hatin hilbijartin û ji bo rêxistina
çandî ya Netewa Yekbuyî UNESCO hatin pêşkêş kirin. Stranbêjê
me yê hêja tevgereke wisa mezin ji bo parastina folklora me
kiriye ku êdî nifşên ciwan jî nikarin bê alikariya berhemên
wî berhemên xwe biafirînin. Yanî Mihemed Arifê Cizîrî di
arşîva hunera Kurdî da buye çavkaniyek.
Hunermendê me
Mihemed Arifê Cizîrî di sala 1912 an de li Torê li devera
Cizîra Botanê hatiye dinyayê. Ew di sala 1927 an de ji ber
sedemên siyasiyên wê demê nêzîkî çar sal û sê mehan di
zindana Amedê de maye. Ji ber ku temenê Mihemed Arifê Cizîrî
ji bo darda kirinê biçuk bu ew hate berdan lê hevalên wî tev
hatin darda kirin. Piştî ku ji zindanê derket qesta Zaxo û
Dihokê kir. Ew di sala 1932 yan de bi keçeke Çolemêrgî re
zewicî û du zarokên wî çêbun. Mihemed Arifê Cizîrî sala 1933
yan de li Dihokê dest bi stran gotinê kir û weke destpêkê li
şîrketeke biyanî li Bexdayê çar sêlikên stranan bi
Meryemxanê re tomar kir. Di navbera salên 1934 an û 1935 an
de wî û Meryemxanê bi hevdure stran gotine. Mihemed Arifê
Cizîrî 333 stran li radyoya Kurdî ya li Bexdayê tomar kirine
û 18 stranê xwe di Tilîvizyona Kurdî ya li Başurê
Kurdistanê da hene. Ji bilî van jî gelek qaset û videoyên wî
hene. Mihemed Arifê Cizîrî li Beyrud û Şamê û her wiha li
bajarên rojhilata Kurdistanê jî bi Meryemxan, Hesenê Cizîrî
û Elmasxanê ra Konser li dar xistine. Di derheqê jiyan û
berhemên Mihemed Arifê Cizîrî da du pirtûk hatine çapkirin.
Pirtûka yekem ji aliyê Sekwan Evdilhekîm ve hatiye
amadekirin û di sala 1986 an de li Bexdayê bi navê Mihemed
Arifê Cizîrî Kewê Ribat hatiye çapkirin. Pirtûka duyem jî ji
aliyê Ehmedê Cizîrî ve hatiye amadekirin û di sala 1992 an
de li Bexdayê bi navê Mihemed Arifê Cizîrî Stranbêjê
mirovperwer hatiye çapkirin. Di derbarê Mihemed Arifê Cizîrî
da gelek nivîs û lêkolîn çêbune. Yek ji van lêkolînvanan jî
nivîskarê Kurd Sekvan Evdilhekîm e. Evdilhekîm wiha dibêje
“Mihemed Arifê Cizîrî di sala 1949 an de kasta Radyoya Kurdî
ya li Bexdayê kir. Lê berî wê gelek stran ji bo sêlikê
şirketeke biyaniyan tomar kiribu. Nêzîkî 36 sêlîk di çar
salan de tomar kir. Ji bo wê jî gelek rêz jêra hat girtin û
gelek caran xelat dane wî. Ji nivîskarên Kurd Ehmedê Cizîrî
wî wiha aniye ziman. Di salên 40 an de mala Elmasxan bû bû
wek navendeke hunerî her wiha mala Elmasxan ji bo Mihemed
Arif Cizîrî jî bu bu wek navendek Di sala 1949 an de wê
navendê Mihemed Arifê Cizîrî gihand radyoya Kurdî ya li
Bexdayê. Mihemed Arifê Cizîrî bi xwe wiha behsa jiyana xwe
dike. “Ez biçuk bum emrê min tê hebû 14 sal ez ji xelkê
Cizîra Bohtanim. Ji eslê xwe ez ji xelkê Cizîra Bohta me ji
xwe ev tê zanîn, sala ku ez hîn bum miqama min dît dengê min
gelekî xweşe, dengê min xweşe ez diçim ji derveyê çuna,
dera min tenbur lê dida min stran digotin û hêdî hêdî ez
hînbum. Piştî wê de hin misîbet hate serême feqîrî, hejarî
li çol û beyara ketin deriyê xurbetê, deriyê xurbetê çi
neqle ez bi xwe hatim Iraqê.”
Stranbêj û
hunermendê bi nav û dengê Kurd Teshîn Taha jî rola Mihemed
Arifê Cizîrî bi vî awayî şirove dike. “seet heft û çarêke
roja 17 ê heyva 12 ê sala 1986 ê seetekî ne xweş bu nîsbeta
min. Kême xeber zanî ku Mihemed Arifê Cizîrî bavê Kerîmî çu
li ber dilovaniya xwedê. Min berî bîst û pênç salan weedek
hebu ku heger rojekî ji roja xwedê neke emelek lê bêt ez sê
şev û sê roja neaxivim. wek derîn ifra pê bikim. Hikramên ku
mirina wî jî min xwedê xwe bi cîh neaniya ji Hêwlêra rengîn
min destpê kir da bigehime karwanê belê gelek ez midaxe we
negihiştimê çimku hevalênme termê wî veşartibun û piştî ku
teşhîkeke can ku li Dihokê kirî her çendê hikumeta rejîmî
Bees gelek mihawelat kirin ku ev şule neçêbit bê pa hevala
quaurî nekir û emaneta xwe teslîmî erdê kir. Ew erdê ku
têrnebit û têrnebê jî mirovan û her çendê babê Kerîmî nuke
ku li nîk me nîne bes her wê dilê me da ye çimku stranên wî
yê dilê me da yên zengilên di guhê me da bavê Kerîmî tu cara
em te ji bîr nakin çumkî te risaleta xwe emanetê xwe bi cîh
anî bo miletê Kurd.”
Nivîskar û
lêkolînvanê Kurd Kakşar Oremar jî derheqê Mihemed Arifê
Cizrawî de wiha dibêje: “Stranbêjê deng xweşê Kurdî li Bexda
stranên xwe tomar kirine helbet ev stranên wî ji wê hejmarê
zêdetirin. Lê di arşîva radyoyê da 350 di nava stranên wî da
folklor û stranên gelêrî dîroka Kurdistanê, mêrxasî û
camêriya Kurdan jiyan û evîna ji bo mirovayetiyê, bedewî û
wefadariya jina kurd ew dilgermiya neyar û dagirkerên
Kurdistanê tê dîtin. Mirov dikare bibêje xizmeta herî mezin
a ku Mihemed Arifê nemir di riya hunera xwede pêşkêşî gel
kir sax û zindî kirina stranên folkloriyê ku piştî xwendina
wan dengê xwe ew stran bi hemu Kurdistanê belav bun û ketin
ser zarê gel, niha jî ji ruyê stranên Kurdî hinek jî
lêkolînvanên sowyeta berê ku mamoste Ordîxanê Celîl jî di
nava wan daye diroka dibistanê ya siyasî tê nivîsandin. Ev
axirî xeber bu ku mamoste Ordixanê Celîl berî heftiyekî da
bun xalek din jî hunera mezin ya Mihemed Arifê Cizîrî wî
gelek ji stranên gelêrî ji qalibê herêmî derxistin û ew
kirin Kurdistanî bo numune stranên Derwêşê Evdî, Şêxê Canê,
Xezal Xezal, Çume Urfayê, Mîrê Botan, Cizîra Botan, Bavê
Seyro, Qasimê Meyro, Heseniko Qurban û gelek stranên din
Mihemed Arifê Cizîrî ji Kurdan ra kirin samanekî netewî û
çîroka her yek ji van stranan bi xwe ku filmeke sinemayê an
jî rêzefilmek li ser tê çêkirin. Yanê hun dizanin buyerê ku
Mihemed Arifê Cizîrî di texstên stranên xwe de behsê wan
dike ew buyerên ku qewimîne li Kurdistanê mesela stranê Çeto
û Filîtê Quto bi xwe ewana her yek rêze filmek ji wan eger
senaristên Kurdên ku paşerojê da peyda bibin binivîsin
dikarin filmên dûr û dirêj li ser çêkin. Weke din xem û
derdên bindestiyê, mêrxasî ya Kurdan, serhildanên eşîretên
Kurda li dijî dewleteke dagirker û mixabin hevkariya
eşîreteke din, li dijî wê serhildana eşîretê li berê di
cewherê mamoste Mihemed Arifê Cizrawî de cihê xwe girtine.
Mihemed Arifê Cizîrî hunermendeke ku ji nava dilê cıvata
Kurdan rabuye. Jiyana wî li gelek qonaxên cur bi cur derbas
buye yanî ji zarokatiyê ji ber rewşa tevliheviya cihanê û
Kurdistanê bi hejarî mezin bu. Di temenê Sêzdeh çardeh
saliya xwe de kete girtigeha Diyarbekirê, lê kêm temeniyê ew
ji mirinê rizgar kir. Ji bo na ku azad bijî weke Celal
Güzelsesekî nekeve xizmeta sistema Kemalîzmê bi xwaze bistre
bi zimanê xwe bi kincê xwe derkeve pêşberî gelê xwe, derbasî
başurê Kurdistanê bu. Di civata hunermendan da cihekî taybet
ji xwe ra çêkir û ew di jiyanekî da ji av kêşiyê li kolan û
şeqemên bajarê Cizîra Bohtan heta karê sinet kirinê karên
komên olî dest bi karê xwe yê hunerî kir.”
Mihemed Arifê Cizîrî
dema li gunda digere evîndarê keçikek dibe. Navê wê Gulê
buye ew strana Gulê Mehrumê wê demê wî bi xwe çêkiriye.
İnsanekî wisa xwedî hisên kûr bu ku ev hîsên kur di her
dengê wî da her awazek dengê wî bi xwe mîna aletekiye, mina
aletek ku senfoniyekî da cih digre. Ji bo na wê jî dengê wî
li hemû Kurdistanê de belav bu. Ji ber ku mamosteyê wî berî
her kesî Adile Xanima dayika wî bu. Adile Xanim Mihemed
Arifê Cizîrî hînî stranên mêrxasiyê,
eşiretên Kurda çawa di navbera hevde şer dikin û her wiha
mamosteyên wî yên din behsa xanimeke din dikin. Celoya kor
an jî Celila Lale an jî Emoya Cizîrî û ya ji hemuya mezintir
Nurê yê dayika Eduyê Nuran ku bi mamosteyên Mihemed Arifê
Cizîrî Hesen, Ramazan û Seid Axayê Cizîrî tê nas kirin.
Mihemed Arifê Cizîrî ji ber zarokatiya xwe stranên mêrxasî û
egîdiyê jî dayika xwe û ji van hunermendên ku navê wan hat
hîn bu. Di nava şahî şînî xweşî û di nava erdnigariya hemu
Kurdistanê de ew ji ber rewşa jiyana xwe geriyaye û hînî van
kilaman buye. Ji bo na wê jî li karê xweyê stran gotinê da
insanekî hostaye. Wexta insanek hosta be û zimanê xwe baş
bizanibe, li ser koka hunera xwe bizanibe ku çi dike û çi
nake wê demê dikare bikeve dilê dîrokê. Hunermendê me yê îro
pêwiste her tiştekî bizanibin ku ziman zanîn zimanê dayikê
ji bo hunera wan bingeheke gelekî esasiye. Ya din jî deng
xweşî û berî her tiştekî jî deng. Dema kesek deng hebe ji
ber eşq û evina wan huner be û huner di nav xwîna wan da
hebe dikare rêya xwe peyda bike û mezin bibe. Ev dikeve li
ser iradeya wê û xwesteka ku dikare ji dengê xwe istifade
bike. Mihemed Arifê Cizîrî yekemîn kese ku Temburê êxistiye
nav civata Kurdistana başur û bi tembura xwe şoreşek pêk
aniye. Hew zêde em dikarin vê bibêjin “her û her Dengê te li
dinê be Mihemed Arif Cizîrî”
Çavkanî: roj tv
Destpêka Laperi |