|
Sergotar
Ev e rikeberiya mezine …!
Ji dora du hefteyan
ve ye ku , piştî pêşkêşkirina projeya destûra herêma
Kurdistana Iraqê ji bo gotûbêj û goftûgokirinê ya ku heta
niha di nav jîngeh û elîtên siyasî û rewşenbîrî-yên micid bi
taybetî- tenê de û di tengtirîn çarçove de maye , di dema ku
diviya bû piştî danîna forma wê ya kotayî ji layê parlemento
û serokayetiya herêm de ev projeya stratîcîk ji layê
firehtirîn tiwêjeyên millî û tavilê kert û çînên civakî û
tevahiya sazî û dezgehên civaka sivîl û di pêşî de ronakbîr
û çalakgîrên neteweyên Kurdistanî yên ku di destûrê navbirî
de weke "Kurd,Tirkmen,Kildan , Aşûrî , Ermen û Ereban "
hatine destnîşankirin, hatibana xwendin û ravekirin . Eve bi
taybetî dema tê zanîn ku destûr dê çarenûsa hemiyan û niha û
paşeroja wan destnîşan bike,û erk û mafên girêdayî takekes û
pêkhateyên neteweyî û civakî û tevahiya elementên komelgeha
kurdistanê biçesipîne .
Diyar e ku sirûşta
tevahiya destûran li tavilê welatan riwê rastî û pileya
pêşketina şaristanî û asta aktîvbûna hevwelatiyên wan
welatan destnîşan dike .Her weha ,destûr rêvebirê herî bi
nirx e sebaretî rêkxistina pêwendiyên takekesan bi civakê
re û pêwendiya civakê bi giştî bi deselatê re .Ji aliyekî
din ve, destûr coreyên mekanîzima girêdan û kartêkirinê di
navbera tavilê hersê deselatên yasadananî û dadwerî û
kargêrî ji aliyekî ve û damûdezgehên îdarî û saziyên civaka
sivîl ji aliyê din ve,destnîşan dike.Ji ber vê çendê
giringiya guhdana mezin bi mijara formkirina destûrê piştî
goftûgokirineke pêwîst derbarê bendên wê û hewildana
tevlîkirin û beşdarîkirina tevahiya tiwêje û çîn û şepolan
di proseya ku niha lidar de ye ,dixuye.
Proseya formkirina
destûrê rikeberiyeke mêjûyî ye sebaretî paşeroja miletê
Kurd li deverê, ji ber ku ew berztirîn navnîşana pirojeya
wan ya federe ya niha û paşerojê ye di warê çareserkirina
kêşeya kurdî li ser bingehên sax û adilane, û nimûneya ku dê
bête bikaranîn di vê sedsala me ya niha de li welatên cînar
û firenetewe de di rewşên zehmet de yên tije bi gumankirin
û nepijirandinê ji aliyê hindek layên ku heta niha jî dîlên
konseptên şovonî yên kor in û tevgerên fundementalîst û
terorîst yên li dijî azadiya milletan û hevjana wan ya
aştiyane û perensîpa hevpişkiya adilane di warê deselat û
saman û çarenûsê de .
Destpêka Laperi |