|
Kurd Di Navbera
Terora Dewleta Neteweyî û Islama Siyasî de
Xeleka
-4
Wergêrana: Besam Mistefa
Nêrînên Komik û
Sembolên "Islama Siyasî"
Derbarê Kêşeyên
Azadiya Kurd de
Kurd careke din di
navbera
Berxweveanîna Şîî' –
Sunnî de:
Berî despêkirina
şerê rizgarkirina Iraqê ya ku encamên wê diyar û ron bûn û
di pêşî de rûxandina rêjîma dîktator , rêjîm û
deselatdariyrên dewrûberê û wêdetir bi giranî hewil kirin û
xwestin ku çareyên dîtir bibînin da ku xwe ji –tiştê
cavrêkiriye bibe – biparêzin ji tirsa ku –kesnedîtî- bi serê
wan de jî were angu yekem: rûxandina rêjîman bi hêzên
derveyî yên leşkerî , û diwem: guhastina "nexweşiya"
guherîna dîmokrat bo cihên din , û ya sisêyan: bicihanîna
hindek kiryarên pratîk di warê çareserkirina doza netewî
Kurd bi riyên mirovane û dîmokrasiyane li ser bingeha
morkirina mafê çarenûsî .
Rêjîm û hikûmetan bi
tavilê form û rêbazên xwe ji qiralî û cemawrî û Sekûlar ('ilmanî)
û teoqratî û dîktatorî û nîv-dîmokratî milên hevudû girtin
derbarê rawestandin û sarkirina prosesa gotî û dîtina hindek
alternatîvên dîtir di nav de projekta yaxud "tandera"
dûrxistina Sedam Hisên ê dîktator û hijmarek ji darûdestên
wî û hiştina deselatdariya partiya Beisê bi serkirdayetiya
kurekî wî û mirovên wî beramberî pijirandina lidarxistina
hilbijartinan û peydekirina azadiyên giştî . Wihareng e ku
tevahiya cîhanê ev –sînaroyên –navhatî dîtin tev li hewildan
û projektan di hevdîtin û civînên- Istembol –û – Riyad- û
Şam –û Qahîre-û –Tehranê – bi şiklên wan yên dualî heta
şeşalî .
Lê hewildanên
navbirî bi tevahî têkçûn û biserneketin , û dewletên
têkildar di nav de hevbendên Emerîkayê yên herî nêzîk
nikaribûn vîna birêvberiya Emerîkî di warê stratîciya wê ya
nîgarkirî de sar bikin weke derbirrînekê ji rêbaza Emerîkî
ya nû re piştî bûyerên Berçilê /2001ê de û herdû tecrûbeyên
–Afxanî û Yogoslavî- ev rêbaza ku banga vedîtina
hevbendiyên Emerîkayê li ser asta cîhanî dike û jinûve
nîgarkirin û danasîna bingehên danûsitandinê bi dewletên
cîhanê re û bi taybetî li devera Rojhilata Navîn li gor
encamên nû yên rawestina Cenga Sar û nemana Kampa Sosiyalist
ya ku pêşberê bihêz bû li dijî konevaniya Emerîkî li
seranserê cîhanê , û xwestekên cenga cîhanî dij bi terorê.
Dûr ji şîrovekirina
li gor –Teoriya Pilangeriyê- ji bûyeran re , hewildan ne
rawestiyane ji koma dewletên cînarên Iraqê û wêdetir û bi
rengên cuda cuda bi armanca tevlîhevkirina rojeva prosesa
dîmokrasî û jinûve avakirin û têkbirina projekta guherandin
û çaksaziyê di riya beşdariya aktîv di êrîşên çavsoriyê de
bi şandina takekes û komikan û alavên wêrankrinê û
hêwirandina serok û giregirên şepêl û alavên ji beramyên
rêjîma Beisê û peyrewên –Qaîde- û girûpên Islamî yên
xwekuştinê tev li nêrînên siyasî yên diyarkirî dijî gelê
Iraqê û hikûmet û nûner û hêzên wî yên niştimanperwer û
dîmokrasiyane û çewisandina dezgehên ragihandinê yên lokal û
asîmanî di xizmeta çalakiyên teroristî û bi nav kirina –Berxwedan
–û – Cîhad – li karên wan yên tirsnak di nav de gurandina
rehîneyan û revandiyan ji mêr û jinan ji şîndemar ta bi
şîndemar û li pêşiya kamîrayan . Ev hewildan pêktên û yên li
pey wan radiwestin û wan bihêztir dikin ji hikûmet û rêjîm û
alavan û ew dizanin bi temamî ku dem hew vedigere paş û
tiştê ku li Iraqê biserket bi taybetî hilweşandina rêjîma
dîktator bûye mulikê gelê Iraqê û ew dê dev ji wan karpêkan
neberde û dê nehêle kes dest deyne ser yan Iraqê berew baş
ve vegerîne , lê ew ji van hewildanan tevan armanc dikin bo
–qezenckirina demê- û hew ji bo serrastkirina rewşên xwe û
dûrgirtina jinişkaveyên rûxandinê ne xem e ku li ser hisabê
xwîna Iraqiyan û pêşeroja wan be jî !
Di vî biyavî de ,
imkana xwednina gengeşiya lidar ji demekê ve di navbera
–'Amman – û –Tehranê – de û tawanbariyên duqolî bi navê –Sunne
– û – Şîî'iyan –û herdû la xwe dikin berdevkên gelê Iraqê û
derbirrên berjewendiyên wan . Lê gelê Iraqê, bi tavilê
netewe û ol û tayfeyên xwe , bê rawestan kar dikin bo
biserxistina prosesa dîmokrasiyane û jinûve avakirina tiştê
ku dîktatoriyetê ew li dirêjahiya sî salî xira kiriye û yê
mijûl bi jinûve danasîna bingehên rast ji sîstema federala
pirrengî re ya sipartî bi hevjiyan û lihevkirin û yekgirtina
herdû netewên Iraqê yên bingehînî , Kurd û Ereb ew di
newaleka din de ye û tukes berdevk negirtiye da ku bi navê
wî biaxivin , gelo yekî ku piçek hiş di serê wî de hebe çawa
dikare bawer bike ku hindek rêjîm yan layenger ku ji
kêmtirîn konseptên rastgotin û dîmokrasiyê bêpar in rabin
nûneriya milletekî bikin ku dîktatoriyet burandiye û bi
sedan hezar qurbanî daye û guman heye ku bigore bo
nimûneyekê ji guherandinê re di tavilê cihwarên deverê de .
Tiştê seyr û balkêş
di eynî demê de ewe ku em bibînin ku hinek pênc babelîskan
berbi paş ve vedigerin da ku hinek nankokiyên kevnare
bivejînin weke nakokî û şerê Sefweî-Şîî' û Osmanî-Sunnî ya
ku hate bikaranîn ji layê hakimên herdû layan de ji bo
berjewendî û deselatdariyê xwe û dewamkirina rêjîmên xwe yên
xwînmij û tarî û zordariyê li ser hisabê gelên deverê mîna
gelê Kurd û gelên din . Bê guman , rêjîmên 'Ammanê û Tehranê
behane û sedem û motîvên xwe hene di tevlîbûna pêla mezhebî
ya kevin û kevnare . Herweha , eger ku herdû la hevpişk bin
di hilgirtina niyazên xirab bi armanca ziyangihandina
ezmûneya Iraqî di warê guherandin û çaksazî û avakirin û
hewildana xisitna astengiyan di riya wê de , lê herdû jî
lîstika – kiz û qelsan – dilîzin ji ber ku bikaranîna ayîn û
mezhebê bo bidestxistina armancên neteweyî û konevanî ewe
pela herî dawîn e di jiyana rêjîmên li ber ketin û neman û
tunebûnê de .
Wihareng e, ku hemî
hêzên serbazî û keştîgel û vejana nûklîr û dahatiyên petrolê
têr nakin bo berdewamiya rêjîma Iranî û paraztina
deselatdariya wê , vêce ti rê li pêşiya wê nemane ji bilî
bikaranîna xwîna Şîî'iyên Iraqê bo xwe bihêzkirina bi pela
wan di gotûbêjên xwe li gel Ewiropa û Wilayetên Yekgirtî yên
Emerîkayê .
Lê Urdun , dibe ku
serokên wê hêviya bidestveanîna pelika xîlafeta Islamî ya
Sunnî dikin – piştî ku Haşimiyan ew ji dest berdan ji dema
koçkirina ji Mekkayê –ji tirsa Al –Si'ûd - , û duvre
guhastina sentera wê-xîlafetê bo Asîtane di bin çavdêriya
Osmaniyan de . Gelo ew niha geşbîn in bi vegerandina
pîroziyan piştî pêşveçûnên bûyerên ewlekarî li Si'ûdiyê û
şiyana çêbûna guhertinan di hevpeymanên navnetewî û herêmî
de ? Yan ji ber baweriya wan ku imperatoriya Osmanî niha bi
tewawî hildiweşe bi nêzîkbûna tevlîbûna Tirkiyê bo Yekîtiya
Ewiropayê ? Angu meydana –Sunnî – ji Haşimiyan re vala
dimîne ??
Dibe ku hindik ji
Iraqiyan û bi taybetî ji mela û şêx û ayatên merc'îyetan û
mizgevtan û darûdestê wan berjewendiyên wan pêrgî yên
bangewaziyên dewrûberê yên mezhebî û vedenga wan bi dizî
û eşkere dubar dibe , lêbelê bê şik û guman e ku piraniya
herî mezin ji Iraqiyan û ji elîtên wan yên rewşenbîrî û
konevanî girêdayî projekta niştimanî bo guherîn û avakirina
Iraqa federe ya pirrengî ne, helbet ne hewceyî gotinê ye ku
ev projekta gotî ya ku Iraqî ji salane xebatê bo dikin hûr û
dûr cudaye ji rêbaza rêjîmên deselatdar li dewrûberê Iraqê û
bi tevahiya bangewaziyên mezhebî û nijadperestî û ayînî re û
ew bi esas hatiye da ku bibe şûngirek ji tiştê heyî li
Rojhilata Naversat ji cudahî û zorbazî û azardan , tev li
guherînên jiyana çandî û civakî û konevanî û newekheviya wê
bi eynî rewşan re berî sedsalan .
Ji bo tevgera netewî
rizgarîxwaza Kurd li Iraqê û bingehên wê yên niştimanî û
konseptên wê yên dîmokrasî û koka wê ya pirayîn û mezheb ,
bê guman ew li dijî bangewaziyên wisa radiweste û wan mîna
çewtî û derketinekê ji rojeva dîmokrasiyê di Iraqê de
dihejmêre û weke xirabkirinekê ji xêma têkoşîna welatperwerî
re û hewildaneka bêhêvî bo danepêşa tiştê bêbuha û
bipaşxistina tiştên giring , hinde ku erka sereke
felatkirina Iraqê ye û temamkirin û bicihanîna stûbariyên
guherandin û avakirina Iraqa federe û normalîzkirina
serdestiya gelê Iraqê ye di riya hilbijartinan di çarçeweya
niştimanî de û retkirina tevahiya hewildanên serdestî û
rajêriyê , çi bi navê netewe yan ayîn yan mezheb , û
retkirina hemî planên vegerandina demê berbi paş ve , ji ber
ku Kurd tecrûbeyên tehil hene bi bangewazên mezhebiyetê û
cîgehên xîlafetê û nankokiyên wan re ji dema cewşena
–Çaldêran ê ve berî dor pênc babelîskan , û zorbaziya Osmanî
û îxaneta Sefewî re hinde ku Kurd êzinga şerên navbera
herdû terefan de bûn û qurbaniyên teşqeleyên serokên wan bûn
, wek ku çawa Kurdistan meydaneka birîndar bû ji bihevketina
berjewendiyên wan re û parçeyên parvekirî ji rêvebirên wan
yên şovonî re yên ku bermayên wan heta wekû îro xuyayî ne .
Şêx Fehmî Hiwêdî
Dema ku em nivîsên
şêxê fundementalist –Fehmî Hiwêdî –yek ji berztirîn
bîrdozger û bangkerên –Islama Siyasî – dixwînin di dema ku
ew "Bang" ê bi zimanekî –netewî- belav dike bi zaravê wê yê
herî nijadperest , û kopiya wê ya herî tunderew û xwînrij di
sedsala niha û ya bûrî de yên ku –Kemal Ataturk – û – Mîşêl
'Efleq- ew destpêkirin ; em dê dinyayê xirab û ava nekin ji
ber ku "Bang" a wî tev li arasteyên wê yên siyasî û armancên
wê yên dûr û yên nêzîk rastirîn derbirrîn e ji yekê ji
nîşanên qonaxa niha û diyardeyên paşketina ramanan û
hevbendiya hêz û şepêlên fundementalist çi Islamî bin yaxud
netewî di serdema me de , û ji encamên xuristî yên naskirî
ji dawiya fikirê konevanî yê –Islamewyî – piştî gihştina wê
bo despêkên bêhêvîbûn û bêçaretiyê. Mîna gelek hevçaxên xwe
û ji despêkirina serdema –Bin Ladenî – ve û çarrêya
Berçileya 2001 û tewawbûna tefreya –Cîhadî- di ramana Islama
Siyasî de ya ku bi rabûna -pitrodollar- re hate xuyan û ji
hembêza alavên nehênî yên Emerîkî destpêkir berbi
Afxanistana Komunist ve pêşî , û duvre piştî eşkerebûna kar
û raza wê û danîna wê li ser refikê jibîrkirin û guhnedanê
ji layê hevbendiya Emerîkî-Rojhilatnavînî ve pişî nemana
pêwîstiya wê li wir , û reaksiyona wê ya hêj û karê wê yê
xwekuştinê; me bi radeya şewşandina ku giha şêxên wê û mîrên
wê hest bûn ji ber ketina bangkerên –Islama Siyasî – di
operasiyonên nepenî yên istixbaratî yên navnetewî û di
kontraktên gumandar de bi layengerên Rojavayî re û
bikaranîna wê wekû alavekê di bicihanîna armancên yên dîtir
re li ser qada yên dîtir , tiştê ku hişt hijmareka mezin ji
şepêlên oldar yên bîrbir û bawermendên vekirî û elîtên
rewşenbîrî bo vedîtina rasteqîniya çi kesê ku dixwaze ayînê
di kêşe û pirsgirêkên siyasetê de bikarbîne , para şêxê-me
jî zêdebûna nemana giraniyê di nivîsên wî de bi taybetî
piştî ew guherî bo parêzerekî dilsoz ku berevaniya rêjîmên
zordestiyê dike û piştgirekî tund bo êrîşên teroristane li
Iraqê , ku bawer dike ku gurandin û serjêkirin û teqandina
tirombêlan berxwedan e , ta ew giha ku eşkerekirina
dijminahî û destpêkirina cengê dijî gelê Kurd yê ku xebatê
dike bo bidestxistina azadiya xwe , lidar bixe .
Banga şêx ya
provakisyon ya dawîn piştî gera wî ya Iranî-Tirkî tenê li
dor Kurdan û kêşeya Kurd bû , ev banga ku di gotara û
kitekitên xwe de ne zêdeyî nêrînên fermî yên li herdû
welatan ku bi piranî di alav û dezgehên ragihandinê de
dixuyin ji layê dezgehine pispor bi mijara Kurdî ve ya ku
heta vê deqê li gor dîtina Sûriyê , Tirkiyê û Iranê mîna
pirseka ewlekarî tê hijmartin û birêvebirin û
danûsitandinkirin tenê ji layê alavên asayişê û şaxên wê yên
pir re yên belavbûyî di nav partiyên şovonî û damûdezgehên
dewletê û wezaretên têkildar û senterên lêkolînê û di nava
hindek jîngehên mamostayên zanko û rojnamevan û oldaran û
komikên efserên teqaû'd bûyî ji polîs û artêş û istixbarat
yên ku şêx bi hineka ji wan re civiyaye yaxud bûye mêvan !
.
"Kurdên Iraqê bi
agir dilîzin " –Fehmî Hiwêdî – Şarq Ewset- 30/3/5-2005 û "
haydariyek li Tirkiyê ji ber biveyê ku heye bighêjinê de ji
–teqîna kurdî – û bandora wê derbarê pêwendiyên wê bi
Waşîntonê re " –heman rojname û li ser gelek xelekan
28/3/2005.
Şêx ji çi re
propogandayê dike di banga xwe ya li dor kêşeya Kurdî de ?
Bê ku em kitekitên
tiştê ku wî gotiye biseridînin , em dê bi kurtî puxteya
tiştê wî got û nêrînên ku dan da ku xwendevan wisa bikaribe
ku fenûfût û çewtî û meyildariya wî ya kor berbi sitemkaran
ve li gor derbirrîna dadvanê Erebî hêja û birûmet Zuhêr
Kazim 'Ebûd , yê ku da pêşiya min di warê pelixandin û
derewderxistina nêrînên şêx !
(- Li Tirkiyê dosiya
Kurdî hatiye girtin piştî çareserkirina tavilê pirsgirêk û
probleman – Hijmara Kurdan li Tirkiyê ji (10-20) – Kerkûk
rojekê ji rojan ne bajarekî Kurdî bû – Gurbûna hestên
neteweyî û serxwebûnê bi geşkirina serkirdayetiyên konevanî
yên Kurd – Êrîşên Kurdan dijî Turkman û Ereban li Kerkûkê –
Israilî li Kurdistanê çi dikin ?- Gurbûneka Kurdî li Iraqê
ji ber hilweşîna dewletê û hebûna hêzên Emrîkî û nebûna
rêjîma 'Erebî – Hilbijartinên Iraqê û hikûmeta ji wan
derbiçe ne legal in – Nêrîna Kurdî berpirs e ji ne
formkirina hikûmetê – Xwestekên Kurdî ku nayêne pejirandin
: Vergerandina Kerkûkê ser bi sînorê Kurdistanê û hiştina
mîlşiyayên Pêşmerge û çesipandina federalismê ji bo her sê
parêzgehên Kurdî – Kurd gefan dixwin û hîlebaziyê dikin,
hestên gumanê diçesipînin û baweriyê nahêlin di pêwendiyên
Ereb û Kurdan de – Prosesa kotekîlêkirina Kerkûkê bi rojane
berdewam dibe tev li koçkirina Ereb û Tirkmanan û destdanîna
ser malên wan û guhastina mulikiyeta zeviyan û sitandina
dezgehan – Fêrkirina zimanê Erebî li Kurdistanê qedexe ye û
artêşa Iraqê divê derbasî Kurdistanê nebe – Kurd dewletê
parçe dikin û yekîtiya axa Iraqê dixine metirsiyanê de –
Bawerî bi gotinên serokê Kurdan nayê – Tevgera Kurdan bive
ye derbarê ewlekariya netewî ya Iranê û Sûriyê û Tirkiyê –
Daneberheva rewşa Kurdan bi ya Berberan li Efrîqiyayê û ya
Azeriyan li Îranê û ya Ozbekiyan li Afxanîstanê hinde ku ew
kom û girûp mane wekû hevwelatiyan li welatên din ji bilî
welatê wan yê resen yaxud li srer gelek welatan hatine
parvekirin û rizamend in bi jiyana di nav sînorên cografiya
siyasî de ya ku ji dehê salane ku hatiye çesipandin û ev
tişt şerm û kêmasî nedîtin mademkî ew rewşa gotî ji wan re
mafê hevwelatiyê dabîn dike – Serkirdayetiyên Kurdî bi agir
dilîzin bê haydana bi rastiyên reealita pirreng û nexşe –
Bangewaziyek bo Komelgeha Erebî bo dûrgirtina biveya li ser
dewleteka endam (angu Iraq ) – Çima em tenê Tirkiyê dibînin
li meydanê ku bê ked û westan kar dike bo paraztina yekîtiya
Iraqê ?-) .
Pûçkirina
Bangewaziya Şêx hember Rasteqînan
Li
dirêjahiya mêjûya tevgerên rizgarîxwaz yên netewî , bi
taybetî yên Erebî çend rûpel in hene ku rola erênî ya
zanavên ayîna Islamî di qonaxên rizgariya niştimanî ji bo
azadî û serxwebûn û rakirina zordestiya netewî li rojhilat
û rojava de, destnîşan dikin . Hêjayî amaje pê dane ku rola
van zanavên Ereb û Tirk û Îranî nexasime piştî ku wan bo xwe
cih dîtin û girtin di nava tevgerên –Islama Siyasî – de
diguhere yeka negatîv derbarê doza Kurdî weke tevgereka
niştimanî azadîxwaz , hîn bêtir van tevgera bi hêzên xwe yên
– deselatdar- li Îran û Tirkî , û partî û rêxistinên xwe li
Iraq û Sûriyê û Urdun û Misir û Lubnan , û zana û
bîrdozgerên xwe li tavilê dewletên Erebî û Islamî
...diguhere ji ravekarekî neûtral bo layekî dijmin anjî
neyar anjî konservatîv derbarê kêşeya milletê Kurd ya netewî
û xebata wî ya adilane dijî sitemkarî û zordestî û bindestî
û dagîrkirinê , û ji bo azadî û felat û wekhevî û hevjana li
gel milletên din di bin saya demokrasî û deselatdariya
yasayê de . Bangewaziya şêx Fehmî Hiwêdî , mijara ku em
guftûgo dikin niha , ew e baştirîn derbirrîn e ji wê rêbaza
ku em dê hewil bidin ku em wê pûç derxînin bi hindikî û
rindikî .
Li Tirkiyê , dosiya
Kurdî nehatiye girtin û nayê girtin ta ku tevahiya mafên
netewî yên gelê Kurd werine bicihkirin , û destûr jinûve
were nivîsandin û yasayên nû werine danîn û danasîna fermî
bi hebûna gelê Kurd wekû neteweya didiwan ku hijmara nifûsa
wan zêdetir e ji 20 milyonan e , û hevpariya dadperwer di
navbera Kurd û Tirkan de were çesipandin di bin siha
rêjîmeka demokrasî û pirrengî , û li gor vîn û daxwaza herdû
milletan li ser bingeha lihevkirina niştimanî .
Mijara Kerkûkê wê li
ser bê lihevkirin li gor yasaya îdara dewleta Iraqî ,
maddeya /58/ an , wihareng e bajarê navbirî wê bê girêdan ,
ji layê îdarî ve , bi hikûmeta herêma Kurdistaan federe re
tev li rewşeka taybet bi pêkhatiyên wê yên netewî . Berevajî
tiştê ku şêx dide xuay kirin , Kurdan gaveka tenê jî li dijî
yasayê ne avêtine derbarê nişteciyên Kerkûkê , heta wekû vê
deqê jî tenê ew qurbaniyan didin ji ber êrîşên teroristî yên
sipartî hindek layên Erebî û Tirkmanî naskirî , nûnerên
Kurdan li bajêr û parêzgehê bi tevahî rêz û hurmeta yên
dîtir werdigerin û çend hevbendiyên Kurdî-Tirkmanî –Erebî
jî hene ku piraniya herî mezin ji daniştiyên parêzgehê
hembêz dikin û her û her fireh û mezintir dibin . Pir ecêb
bû radeya balans û aqilmendiya bersivên birêz 'Ebdella Gul û
berpirsên Tirk yên dîtir hember pirsên şêx yên provokatîv û
şovonî û kîndar dijberî Kurdan .
Xwestekên neteweî
legal yên milletê Kurd destpê nekirin di bin saya hêzên
fireregez de , û tevgera Kurdî bi tavilê rengên xwe yên
konevanî û çekdar û cemawerî berdewam e ji berî bêtirî
sedsalekê dema ku ne –Islama Siyasî- û –Beis – û – Toranî- û
– Qaede – û nejî Zerqawî yaxud Komelgeha Erebî û ne Dewleta
Iraqî , û ji hingî ve –Pêşmerge – hebûne ; Pêşmerge milê
serbazî û bingeha civakî û mirovane ya tevgera netewî Kurd
di hemî çax û rewşan de , di demên şer û aşîtiyê de , û di
demên avakirin û berhemdanê de ; Pêşmerge : wêneya biriqandî
ya xewna dîrokî ya milletekî ku ji sedsalekê ve xebatê dike
û berevaniya hebûna xwe dike , Pêşmerge : semboleke ji
hevgihiştina nifşan ne rêxistineka leşkerî ye bi wateya
partîzanî tiwêjî yaxud herêmî û na vegere bo tayfeyeka bi
xwe , yan olekê ....Pêşmerge di her mal û gund û deverê de
ye , li her bajar û senterekê , bi dizî û eşkere , di her
çîneke civakî de ye , Pêşmerge ew e mêr û jin û kal û xort û
xwende û nexwende , akadîmisiyan , rewşenbîr , xwendekar ,
karker , cotyar : Pêşmerge milletê Kurd e bi hemû milyonên
xwe . Herwesa , ev sembol herdem dûr ji gumanan dimîne û ji
derveyî çarçoveya tawnbarî û kontraktan .
Ji bo sîstema
Federalî jî , ya ku Iraqiyan bi Kurd û Ereban ew pejirandine
ew encameka xwezayî ye ji pêşketina rewş û barodoxa Iraqê re
piştî felat û rizgarbûna ji rêjîma dîktator û şopandina
prosesa guherîna demokrat û ew derbirrîneka ji vîna gel re
dema ku ew çarenûsa xwe bi serbestî hildibjêre bê zor û
kotekî , û dema ku Kurd dikare çarenûsa xwe ya siyasî
hilbibjêre û mafan li xwediyan vegerîne û Pêşmergeyên xwe
şaname û xelat bike û wan tevlû hêzên Iraqê yên leşkerî û
ewlekariyê û ji holê rakirina berma û şopên Erebkirinê li
hin deverên Kurdistanê , û bi taybetî Kerkûkê , ji ber ew
tev nakeve nava çarçoveya –daxawzî û xwestekan – wek ku şêx
bilêv dike lê tê wateya mafê çarenûsî ji ber vê yekê ku
xwediyê maf ne daxwaz dike lê bikar tîne , û ne lava dike
lê distîne ; ev tev di çarçeweya Iraqa demokrasiyane
pirrengî federe yekgirtî de .
Di warê harkirin û
hajotinê de , şêxê me barê gur û geşkirina dewletên Tirkî û
Sûrî û Îranê digirê milê xwe eynî weke çi efserekî
ewlekariyê ku di rêjîmên wan dewletên navbirî de xizmetê
dike ji ber hijmartina Kurdan weke biveyekê li ser
ewlekariya wan ya netewî ji ber ku rayedarên dewletê û
dîplomatên wê li xwe nadeynin ku dakevin vê radeyê tev ku bi
eşkere be jî , lê vê ji alavên ewlekariyê re dihêlin da ku
bi stûbariyên xwe rabin û di nav de –stûbariyên kirêt û
qirêj - . Gelo dikeve seriyan de ku şêx bi vê guhdana mezin
û ta vê radeya bilind hay ji ewlekariya netewî ya rêjîmên
her sê dewletên navbirî –û di nav de wek ku şêx dizane yên
ku bi saziyên Natoyê û Mosada Israilê re arîkariyê dikin û
ragihandinan bi wan re parve dikin û bi wan re hevpişkiyê
dikin di danîna straticiyên ewlekariyê de – û di heman demê
de ewlekariya neteweyî ya milyonên Kurdan – gelê Musilman –
bibîr nebe , gelo Kurd ne mirov in xwedî berjewendî û maf in
? Gelo dema wan ya niha û paşeroja wan , weke her milletekî
, nîne ? .
Şêx , ji nezanî
yaxud bi mebestî yan şaşîtî , rewşa Kurdî ji layekî ve û
rewşên hindek gelên din dide berhev , li ser koka ku Kurd li
Iraq û Sûriyê li welatên din ne yên xwe dijîn , û divê ew bi
–mafê hevwelatîbûnê – razî bibin ji ber ku cografiya siyasî
ya niha ji dehê salan ve hatiye çesipandin û nabe were
vekolandin , tevî ku çi derketinek ser vê realitê tê wateya
lîstina bi agir û guhnedana rastiyên realita pirreng û nexşe
...bi rastî jî em nizanin gelo ev nameyeka bo gelê Filistînî
jî ? Û ji bo serkirdayetiya wî ya siyasî ta ku bi agir
nelîzin û dev ji mafê milletê xwe yê çarenûsî berdin ? Gelo
, ew nepijirandineke ji serxwebûna Bosina û Kosova re ? .
Wisa , şêx –berbi
zaroktiya xwe ve vedigere – bê ritûş û bi yek carê hemî
hewildanên virde wêde çûnê û dazanîna haydariya Kurdan riswa
dike hinde ku venasînê nade bi hebûna welatê Kurdan û wan
mîna koçberan yaxud qaçaxçiyan dihejmêre ku ne hêjane mafên
netewî yan mafê çarenûsî , tenê ew dikarin –mafê hevwelatiyê
– bidestxînin , hîn bêtir ew bi eşkerayî Komelgeha Erebî
vedixwîne bo tevgerê bike bo dûrgirtina bive û metirsiyana
derbarê dewleteka endam –an ku Iraq- ( baş e ku Komelgeha
Dewletên Erebî nikare şer bi tukesî re bike .....sed mixabin
!!) herweha şêx rêjîma Tirkî – milê leşkerî helbet – ji xwe
re mînak û nimûne digire ji ber ku ew tenê Xwedê giravî- bê
ked û westan kar dike bo paraztina yekîtiya axa Iraqê
!!!???. Şêx li vir na sekine û bêtir serxweve diçe dema ku
awaza nû-kevin ya ku sozên wê ji layê herdû rêjîmên zordar
yên Beisî li Sûriyê û Iraqê hatine danîn dîsa dijene di warê
tawanbarkirina Kurdan bi arîkariya bi Israilê re bê ti
destnîşankirin derbarê têkiliyên Tirkî-Israil di warên
leşkerî û ewlekariyê de tev li têkliyên rêjîma wî bi xwe
(Misir ) ya ku bû navçiyek ji bo lihevhatin û aşîtiya
Erebî-Israilî û nêrîna Sercivîna Erebî ya dawîn derbarê
aşîtiyê bi dewleta Cihû re .
Bê şik , şêx ya baş
kir dema ku rastiya nêrînên xwe diyarkir , yên ku di heman
demê de rêbaza tavilê şepêlên –Islama Siyasî- derdibirin ,
evên ku bi rengên tavil hevaldariya sitemkarên gelê Kurd
dikin , hinde ku elîtên rewşenbîrî û konevanî yên Kurd divê
ku hûr û kûr binerin û şiyar û haydar bin û jinûve tekez
bikin rêzgelê hêzan di pêvajoya niha de û dijmin û dostan ji
hev nas bikin .
Di dawiyê de ,
pêwîst e ku van çend têbîniyan li jêr rêz bikim :
1- Lebikandin diyar
e di nivîsên şêx de : ji layekî ve ew Kurdan vedixwîne bo
"pêgirtina bi realita pir nexşe " û ji layê tir ve şêx
nexşeya Saiks –Bîko û Nexşeya Rê li Filistînê napijirîne" .
2- Di dema hevdîtina
wî bi lîderên partiya Dad û Geşepêdan ê ya deselatdar li
Tirkiyê re , hindek cudahiya nêrînan derket holê li gor
nivîsên wî – hinde ku Şêx Fehmî nûneriya nêrîna alavan
dikir nexasime alava ewlekariya leşkerî ya tund derbarê Kurd
û Kerkûk û Federalismê de .
3- Şêx xwe dispêre
gotinên dehan rayedar û lîderên Tirkan û nûnerên –Eniya
Tirkmanî ya Iraqê- di rapora xwe ya li ser xelekan belav
kirî ( Eniya navbirî liqeke ji alava ewlekariya Leşkerî
Tirkî re ) , lê wî ti civîn bi berpirsekî Kurd re çênekir
–eve bê guman dadperweriya Islama Siyasî ye .
4- Şêx xwêneran dide
nasîn bi axaftivanê xwe re bi navkirina filan wek serokê
partiya filanî , yan endamekî serkirdayetîyê di rêxistina
filanî de , herweha ew kevinaretirîn partiyên Kurdistanî
wiha bi nav dike : Komika Barzanî û Komika Talebanî –eve bê
guman rewişt û perweriya Islama Siyasî ye .
5- Belavkirina
şaşîtî û çewtiyan derbarê êrîşine Kurdî gotî de li ser
damûdezgehan bê hilperastin . Li vir , ez yasadanerên Kurd
yên parlementoya Kurdistanê û Yekîtiya Parêzer û Hiquqnasên
Kurdistanê û mamostayên kolîjên hiquq û yasa li zanîngehên
Hewlêr û Silêmanî û Dihok û Kerkûkê vedixwînim bo
bidûvdeçûnê li Şêx bikin bi tawanbariya harkirin û gurkirina
li dijî gelê Kurd û gûrkirina nakokiyên nijadî û
tawanbariyên derewîn û destdirêjkirina dij bi gelê Kurd û
serkirdayetiyên wî yên bi şêweyekî dîmokrasiyane hatine
hilbijartin , û angoştkirina bi hebûna Israilê li Kurdistanê
û ziyankirina pêwendiyên Erebî-Kurdî .
6- Li hemeber erk û
stûbariyên pişt guherînan li Rojhilata Navîn de imkanên
guherandina rolan û guhastina ji cîgehan bo hinekî tir û
girêdana hevbendiyên nû hene ji ber hindê ku –hevbendiya
berjewendiyê – lidar e di navbera rêjîmên zordest û Islama
Siyasî bi herdû baskên wê : Şîî'iya Siyasî –tev li –Sunniya
Siyasî – de . Hêzên organîzekirî hene ku bingeha vê
hevbendiya navbirî pêktînin .
7- Meyldariya yekî
ji şêxên –Islama Siyasî- mîna –Fehmî Hiwêdî – berbi
siyasetên rêjîma Tirkî û hikûmeta wê ya "Islamî " û rêjîma
Sûrî tev li siyaseta wê derbarê hundirê Sûrî û dewrûberên
Lubnanî û Iraqî , û bermayên rêjîma rûxayî û têkçûyî li
Iraqê derbirrîneke ji nîşanên wê hevbedniyê ya ku me berê
weke hevbendiya mirovên –têkçûyî û qeyranbûyan – bi nav
kiribû .
8- Baldariya wî ya
herî tund berbi Kurdistana Iraqê ve tê şîrovekirin weke
nepijirandina – Islama Siyasî – ji tecrûbeya demokrasî ya
pişkivî nola encamekê ji prosesa guherîna demokrasiyane re
li Iraqê bi piştgiriya derve , ji ber ku biserkeftina
nimûneya Iraqê , di nav de tecrûbeya Kurdî di warê
çareserkirina kêşeya neteweyî li gor bingeha konsepta mafê
çarenûsî û yekîtiya vîndarî û hevpariya adilane venasîneke
din û teqezkirineke nû form dike derbarê topavêtin û
malketina tevgera –Islama Siyasî – ya terorist û tunderew ,
û imkana pêrgîhevbûna berjewendiyên hundir û derve di hindek
pêvajoyên taybet di jiyana milletan de li dora guherandin û
çaksazî û ewlebûna bi sindûqên dengdanê .
Wisa , eniya şer û
pevçûnê di navbera du rêbazan de fireh dibe : Guherîna
demokart bi piştgiriya cemawerên berfireh , û zordestî û
paşketin bi palpiştiya fundementalîteya Islamî û Netewî û
dezgehên istixbarat û ewlekariyê , da ku ji Afxanistan û
Iraq û Kurdistanê detspê bike û di Filistînê û Lubnanê de
derbas bibe û –heta demekê – li Okraniya û Corciya û
Qerxîzistanê bidawî bibe !.....berdewam dibe
.
Destpêka Laperi |