|
Berev
aktîvekirina proseya siyasî –çandî li Kurdistanê
SERGOTAR
Ji destpêka
rûxandina rêjîma dîktator li Iraqê , birrêz serokê herêmê
navnîşana pêvajoya nuh destnîşan kir weke cenga siyasî ya ku
nayête rawestan ta pêkanîna lihevkirina giştî di navbera
tavilê pêkhateyên Iraqê yên netewî û olî û mezhebî û civakî
de derbarê doz û pirsgirêkên dewlet û hevjiyan û deselatdarî
û gencînê de , piştî ji holê rakirina şop û şûnên
dîktatoriyetê ya ku bandora xwe li ser dil û mêjiyan de hişt
li dirêjahiya 30'î salî û realetek damezrand ku bi hewceyî
kedên bê westan in ta ku werine guherandin û vegerin rewşên
xwe yên normal yên hevaheng bi perensîpên mafên mirovî û
xwestekên avakirina civka sivîl û dewleta modêrn re .
Bê guman ,
tiştê ku niha rû dide ji tawan û kilamet û kuştina li gor
nasnameyê li hin deverên Iraqê , tenê beşek e ji hewildana
rawestandina proseya siyasî û vegerandina demê berbi paş ve
di nav de hêviya vegerandina dîktatoriyetê bi hemî dîdarên
wê yên faşîst û şovînî û nijadperestî û tayfegerî û şêwazên
wê yên tepeserî û xwînrij yên ku sedan hezar mirovên bêtawan
kirine qurbanî û Iraq kire weke zindanek e mezin û nankokî
di nav pêkhateyên wê de çand .
Tiştê ku em car
bi car dibihîzin û dibînin ji –serhişkiyan-derbarê karûbarên
Kurdistanê nexasime tiştê girêdayî bi çarenûsa Kurdistanê ya
siyasî û îdarî û aborî û federalî û deverên erebkirî û
Kerkûk û petrol û al û dadgehkirina berpirsên rêjîma herifî
derheqê tawanên Enfal û Helebçe û guherandina demogarfîk û
ziman û htd , bê guman ew jî vedigerin bo hewildanên
rawestandina proseya siyasî li seranserê Iraqê û arihandina
nakokiyên nijadperetsî di navbera Kurd û Ereban de û
şaşkirina raya giştî ya Erebî di riya belavkirina nûçeyên
çewt de û her weha guman tê de nîn e ku hindek alavên
ragihandinê nemaze kenalên –Cezîrê û Erebiyê – roleke
negatîv di vî warî de dilîzin tiştê ku di bahoza dawîn ya li
dor ala Iraqê de hate xuyakirin .
Wihareng e ku
gelê Kurdistanê û parlemento û serokatî û hikûmet û civaka
wî ya sivîl divê ku berdewam bin li ser rêbaza avakirin û
çesipandina ewlekariyê û rêjîmê û bicihanîna yasayê û
aktîvekirina hredû proseyên siyasî û çandî û girêdana
semînaran û pêkanîna çalkiyan û kûrkiran diyalogê derbarê
tevahiya pirsgirêkên di nîgaşê de û firehkirina wê da ku
hevpişkên Ereb û netewên din jî yên Kurdistanê hembêz bike
ji ber ku Kurdistan ji ber cîgeh û rewşa xwe ya seqamgîr û
vekirin û toleransa xwe û serokatiya xwe ya aqilmend dikare
bi rola xwe ya serweriyane rabe di warê diyalog û
hevtêgihştin û peydekirina çareseriyan bo tavilê qeyranên ku
Iraq di wan re derbas dibe , angu kûrkirina proseya siyasî
ya lidar bi armanca tevavkirina avakirina Iraqa demoqrata
federala pirrenga azad .
Destpêka Laperi |