|
Goran Ebdellah
"Helbestvanê Kurd û
Kurdistanê "
Aras Dîbo
Ebdellah Goran
(1904-1962) yek ji berztirîn sembolên rewşenbîriya Kurdî ya
hevdem e . Berhem û dahênanên wî yên helbestane bi nêrînên
kûr û bunyadgeriyeke hunerî ya nû ve xemilandîbûn , tişê ku
rê li ber guherandina forma helbestê û şêwaza derbirrînê di
helbesta Kurdî ya nûjen de , vekir . Goran ê helbestvan
rêzbendên 'irûzan yên ku di helbesta Kurdî de dihatin
bikaranîn, li paşguh xistin . Ketina wî ya berdewam di
zindanan de û lêpirsîn û lêgerîna polîsan û alavên tepeser
yên ku ew ji rewşên şayiste bo bipêşxistina alavên xwe yên
hunerî bêpar dikirin , bandoreke herî mezin derbarê forma
helbesta wî ya nûjen de kirin .
Goran bi doza
gelê xwe ve hatibû girêdan , û bûbû dildarekî sersam ji
bedewiya xurist û xwezaya Kurdistanê ya bêhempa re û wî jî
helbestên bêhempa jê re nivîsandin . Ew helbestên ku dihêlin
em bi xwşikbûna Kurdistanê hest bibin û mîna wî jê hez bikin
,her weha dihêlin ku em mîna wî ji bo serbestî û azadiya
Kurdistanê û morkirina mafê gelê Kurd yê `arenûsî , xebatê
bikin.
Goran Ebdellah
sala 1904(1905?)an li bajarê Heleb`e ya ser bi parêzgeha
Silêmaniyê , nêzîkî sînorên <ranê, ji dayik bûye . Navê wî
yê tewaw : Ebdellah Beg kurê Silêman Beg kurê Ebdellah Begê
ye . Malbata Goran dihate naskirin bi hezkirina wêje û
kelepora Kurdî . Ebdellahê pi`ûk (Goran) li ser destê bavê
xwe fêrî xwendina Qurana pîroz bû , û li mizgevta (Paşa) li
Silêmaniyê hînî hindek razên zaniyariyên ayînî jî bûye .Piştî
2 salan li ser ko`kirina bavê wî re , ew bi kuştina birayê
xwe Mihemmed gelekî diêşe, û tenê li gel dayika xwe dimîne
bê kes û xwedî ji ber wilo mecbûr dimîne dev ji xwendinê
berde . Li dirêjahiya 4 salan ji sala 1922-1925an , da ku
pariyê nan ji xwe û dayika xwe re dabîn bike , dikeve nav îş
û kar û kedeke mezin dike . Sala 1925an , Goran li
xwendegehekê Li bajarê Silêmaniyê weke mamosteyekî tê teî'n
kirin . 12 salan di vî îşî de dimîne li xwendeghên deverê
heta sala 1937an. Di sala navhatî de , mîna karmendekî di
karûbarên rêyan ya girêdayî Dayireya <şûkar , tê bicî kirin
.
Di dema rûdana
|erê Cîhanê yê Diwem de (1939-1945) , Goran li gel `end
rewşenbîrên Kurd yên din , di`e bo bajarê Yafa li Filistînê
bi armanca ku ew jî şerê Faşîzimê bikin . Li Yafayê , wan
beşê Kurdî yê radyoya Rojhilata Jêrîn birêve dibir . Piştî
ku |erê Cîhanê yê Diwem bidwaî hat , Goran berbi welêt ve
vegeriya û yekem car di jiyana xwe de hate girtin û di
bendîxanê de heta Tişrîna Diwem 1952an , ma . Paş ku derket,
vegeriya Silêmaniyê û derbasî nav cîhana rojnamegeriyê bû .
2 salan rojnameya Kurdî (Jîn) birêve dibir û duv re tevî
girûpeke bi navê " Alîgirên Aşîtiyê " hate girtin , û li
Silêmaniyê di roja 17-10-1954an hate dadgehkirin . Cezayê wî
salek bû û wî ew di van zindanan de qedand: Silêmaniyê ,
Kerkûk , Kût , Be'qûbe û zindana bednav Nugre Selman . Piştî
vê dîsa ew salekê di bin `avdêriyê de ma li bajarê sirgûna
siyasî ya naskirî wê demê : li qezaya Bedre ya li `olistana
nêzîkî sînorên <ranê , lê di 12-10-1956an de Goran serbest
hate berdan , temenê wî hingê 50 sal bû . Sala 1960'î li
Bexdayê paytexta Iraqê weke mamostayê Wêjeya Kurdî û Rexneya
Wêjeyî li beşê Kurdî yê kolîca wêjeyan li zanîngeha Bexdayê
hate tespîtkirin .Duv re ew bi nexweşiya penceşêrê ket û `û
Mosko ji bo dermankirinê . Saet 9,5 sibehê , 18-11-1962an
li Silêmaniyê `û ser dilovaniya xwe .
Diyar e ku
Goran piraniya helbestên xwe bi zaravê Soranî nivîsandine ,
an ku bi zaravê herêma navîn ya Kurdistanê ya ku dikare bête
destnîşankirin ji aliyê cografî de ji `emê Zap yê jorîn ji
Bakur ve ta bi `emê Sêrwan (Diyala) ji Başûr ve . Zaravê
Soranî zimanê fermî yê mîrnişîna Baban bû ya ku Silêmaniyê
paytexta wê bû. Hêjî Soranî li Iraqê di warê xwendin û
weşangerî û rojnamevaniyê de tête bikar anîn . Soranî bêtir
ji zaravê Mukriyanî yê ku li aliyê Rojhilat yê Kurdistana
navîn heyî nîzîk e , û ew zaravê fermî yê yekemîn komara
milliya Kurdî ku li Kurdistana <ranê hate damezrandin (Komara
Mihabadê) sala 1946an ,bû .
Wekû
helbestvanekî berhemdar, Goran rola xwe di danîna sirûda
neteweyî Kurdî de lîst tevî sirûda niştimanî ya Iraqê û
sirûda Cîhanî , tiştê ku pêgirêdana Goran ya tund bi
nasnameya xwe ya neteweyî ji layekî ve û ji layê dîtir ve
firehbûna nêrîna wî ya cîhanî ,di`esipîne . Eger em li
dergehê Nihan ji dîwana Goran mêze bikin, em dê 11 sirûdan
bibînin: Sirûda Kurdistanê , Ew e Berbang e , Dema |iyarbûnê
ye , Ahenga Newrozê , Ey Gelî Xortên Kurd , Sirûda
Xwendevanan , Cejna 1ê Gulanê ...hwd .
Niha em dê
hindek layên evî helbestvanê mezin weke rojnamegerî û
wergerandin û şanogeriyê bixine bin ronahiyê de:
Goran ê
Rojnamevan:
Destpêka karê
rojnamegeriyê yê Goran di Tişrîna Diwem ya sala 1952an de bû
, dema ku ji girtina xwe ya yekem hate berdan , û vegeriya
Silêmaniyê û serperiştiya rojanemya Jîn ê kir , û ev karê
xwe berdewam kir heta Ilûna 1954an , û piştî sala 1954an ,
Goran nikaribû nêzîkî rojnamgeriyê bibe ji ber ku yan di
hepisê de û yanjî li sirgûnê bû .Rewşê wisa berdewam kir
heta rabûna şoreşa Temûza 1958an . Ji despêka sala 1959an
Goran serperiştiya kovara Kurdî ya bi navê " |efeq" kir û
navê wê kire " Beyan" angu Sibeh, û tev li karê wî di
kovara navbirî de , Goran beşdarî di desteya nivîskaran ya
rojnameya Azadî de jî kir û her wisa wî rojnameyên Kurdî yên
dîtir bi berhemên xwe yên pir û giranbuha dewlemend kirin û
helbestên xwe di gelek rojnameyên Kurdî de dane belav kirin
weke : Jîn –Hêwa – Ronahî û Hawar ya ku li Sûriyê di bin `avdêriya
mîr Celadet Bedirxan de û bi tîpên Latînî derdi`û ..hwd .
Goran ê Wergêr
:
Tevî ku Goran
bi gelek zimanan zanîbû û werger jî ji wan dikir lê wî
malikeka tenê jî bi zimanekî dîtir ji pêvî Kurdî nenivîsand
! Belkû ji ber ku wî berpirsiyariya xwe ya li hember gel û
milletê xwe baş dizanîbû.Lê zanîna zimanên din hişt ku ew `anda
milletên din nas bike weke Erebî û Tirkî û Farisî û Ingilîzî
. Di warê wergerandinê de karpêkên wî digihin 22 helbest û 4
nivîsên pexşane ku di dergehê 11an ji dîwana wî de,cî
digirin .
Goran helbesta
helbestvanê Ingilîzî yê navdar |illy ya bi navê "To a
Skylark" wergerande Kurdî û her weha helbestên Coleridge û
Bîl ji Ingilîzî û Firensî .Ji Tirkî jî , wî ji helbestvan
Nazim Hikmet re wergerand û ji Farisî ji Nasir Xisro û
Hafizê |îrazî û 'Eşqî re .Sebaret bi zimanê Erebî , wî
nivîsên Cubran Xelîl Cubran û Cemîl Sidqî Zihawî û Mihemmed
Mihdî Cewahirî wergerandin bo Kurdî .
Goran û |anogerî
:
Di dîwana Goran
de 8 şanoyên kurt bi yek dîdarê hene ,weke (Dijminên me yên
Kelmêş)-(Welatê Avahiyê ). Mijarên siyasî û civakî di
şanoyên Goran de têne gotûbêjkirin. Di şanoya (Sersaxiya
Daristanê) de ya bi kesayetiyeke tenê ku ewjî gundiyê cil
qetiyayî yê ku li pêşiya avahiyeke mezin û bilind radiweste
ku li serê bi herdû zimanên Erebî û Ingilîzî (Dayireya
Daristanan ) hatiye nivîsandin . Ev pardoksa di navbera yê
gundî û avahiya mezin û biyanî de bi kûrahî watedar e .
Hindek şanoyên wî yên dîtir jî hene mîna : ( Mast) û ( Kom û
Koresa Yonisko) .
Goranê Aştîxwaz:
Ji zarotiya xwe
de , Goran tûşî merezî û belengazî û awarebûnê bûye û
probelmên wî yên rojane jî hiştin ku jiyan bibe dibistana wî
ya yekemîn . Goran riya xwe dîtibû û tevî refên pêşîn yên
tevgera rizgarîxwaza Kurdî bûbû û piştgiriya milletên
bindest dikir di xebata wan ya li dijî Imperiyalizm û
kevneperestiyê û bicihanîna mafên wan yên civakî û siyasî .
Bi kurtî , Goran mirovekî Kurd bû ku bi realita civaka xwe
re dijiya û hêvî û azarên milletê xwe hest dibû :
Dema |iyarbûnê Niha
Dema şiyariyê
ye dema şiyariyê ye!
Heta kengê em dê di
belengazî û bêhêvîtiyê de bijîn ?
>rîş bike Kurdo
......
Bila xwêdan ji
eniyan biherike
Dilê xwe ji kurma
par`ebûnê paqij bike
Tev bibine yek
Piştgiriya hev bikin
Bi yekîtiyê
Gelê te bipêş dikeve!
* Kurdek ...û qutiya
tutinê ..
Mistek mewîj ....û
tivingek ...û
Kevirek ....
û bila dinya tev
were
Dinya tev ....!
Destpêka Laperi |