|
Daxuyanî
Berey Felata
Niştimanî li Sûriyê
Di roja 16 û 17
Tîrmeha 2006an de, Emîndariya Giştî ya Berey Felata
Niştimanî li Sûriyê civîna xwe girêda û tê de damizrandina
heykeliyeta giştî ya Eniyê berdewam kir li ser asta hundirîn
û derveyî û hemî komîteyên ku jê derçûn hatine çêkirin û
erkên wan jî hatine destnîşan kirin
Herweha ; Eniyê
rewşa hundirê Sûriyê goftûgokir, û azar û renckêşana gelê
Sûriyê di bin saya rêjîma zordar û sitemkar de, da xuya
kirin tev li rewşa bêkêriyê ku rêjîm nikare parastina gel û
welat bike di van rewşên bive de yên ku Sûriyê û herêma
Erebî di wan re derbas dibe.Herweha, Eniyê tiştê ku gelên
Lubnan û Filistîn rast tên ji operasiyonên wêrankirinê yên
sistematîk derbarê mirov û xakê de, raxiste ber çavan .
Emîndariya giştî ya Berey Felata Niştimanî li Sûriyê di vî
warî de daxuyaniyek derxistibû tê de alîkariya berxwedana
herdû gelên Lubnanî û Filistînî dike û nerazîbûna xwe ya
herî tund derbarê êrîşên Israilê yên hovane da xuya kirin û
ev tev mîna stûbariya rêjîma fermî ya bêkêr dît , û her weha
nerazîbûna xwe derbarê şêweya tenê derxistina biryara siyasî
ya girêdayî serdesî û serxwebûna welêt , û berjewendiyên
niştimanî û netewî , eşkere kir .
Emîndariya Giştî
giringiya yekgirtina opozisyonê li jêr ala xwesteka demokrat
ya Sûrî berz nirxand , tev li avakirina dezgehên nûnertiyê
yên aktîv di cenga guherîna aştiyane ya demokratîk ya ku
Sûriyê niha bêtir ji hemî deman bi hewceyî wê ye , û Eniyê
plana çalakî û tevgerê ya pêvajoya dahatû sazkir li gor
Projekta xwe ya Niştimanî ya Demokrat ji bo Guherînê li
Sûriyê û herweha awayên firehkirina Eniyê û vekirina wê li
ser hemî hêzên siyasî û kesayetiyên welatperwer yên Sûrî jî
hate guftûgokirin , û ewlebûn hate dan bi zêdekirina
nûneriya Tevgera Niştimanî Kurdî di nav dezgehên Eniyê de .
Berey Felata
Niştimanî biryar sitend ku berbi civaka navnetewî û
rêxistinên Mafên Mirovan ve tevger bike bi armanca
milgirtina gelê Sûrî di cenga wî ya ji bo azadî û
demokrasiyê de , û ji bo parastina çalakîgêrên nêrîrnê û
rewşenbîran ji Kurd û Ereban û tevahiya pêkhatiyên milletê
Sûrî û kifşkirina dîmenê rêjîmê yê zordar li pêşiya raya
giştî ya lokal û Erebî û navnetewî . Emîndariya Giştî
biryarek sitend ku dezgehên Eniyê berdewm bike û komîteyan
damizrîne û erk û stûbariyan destnîşan bike .
Emîndariya Giştî ya
Berey Felata Niştimanî li Sûriyê
17ê Tîrmeha 2006an .
Destpêka Laperi |