|
Gelo herem berev
şerî diçe?
SERGOTAR
Şerê îsrayîlê li ser
Libinanê-di nava van çend rêzan de- di keve hefetiya xwe ya
siyan de piştî wî karê yek alî ji hêla Hîzb ûlah û revandina
du leşgerên Îsraîlî, ev partiya ku tu hesaban ji destihlata
yasadanê û saziyên dewletê re nake belku ew li gorî hez û
daxwazên xwedanê xwe tevger dike- hevpeymana Sorî-Îranî- û
rabûna wî bi vî karî ji ber egerên netewî Libinanî bûn û
gelê libinanê heta niha bermaber wan her du leşgeran 700
qorbanî dane û bi hezaran brîndar u used hezaran koçber û bi
miliyaran dolar ziyanên madî û hîna jî encamp ne diyare ka
wê çawa bi dawî bibe.
Di nava rêve cûna
buyran de û li gor bersivdayina Îsrayîlî û hêza ku bi kar
tîne di gel Hîzb ûlah diyar dibe ku şer di gel Sorî jî wê
hebe û bi tayb et ku helwestên Erebî û navnetewî ber bi
rakirina rejîma Sorî ve diçin û wî dûr ji hemi danûstandin û
nerînan digirin yên d derbaarê pirsgirêka Libinanî de ji ber
ku rejîma Sorî her dû hevpymanên herî nêzîkî xwe jî ji dest
dan- Misir û Siûdiya Arebistan- piştî ku di aliyê pê
bawerkirnê de têk çû û bi taybet piştî ku diyar bû ku destê
wê di kuştina Refîq Alherîrî de heye û ji wê zêdetir
hevpeymaniya Sorî-Îranî û layenên girêday wan li Filestîn û
beşek ji li Îraqê û Libinanê tê şermezar kirin û bi tûndî ji
aliyê hêzên herêmî û navdewletî ve û tişta herî kambax ku vê
dawiyê Alzewahirî daxwiyanî da û got ku Alkaîde jî amedeye
ku destekê û alikarî bike û şer bke, ev daxwiyaniya Zewahirî
ji valatiyekî ne hat û tekes kir ew hevpeymana meydanî ya di
navbera rejêmên şofînî de û hêzzên Îslama siyasî ji demekî
dirêj ve.
Ji aliyê hêzên azad
ve û hezêzn dîmokirat û aşîtiyê ve di herêmê de şer hîna
berdewame li ser tîrorê û ev ne tiştekî nûye, ji bû hikûmeta
Sorî û Îranî re jî ku di bêjin em dûrin ji terror û
terorîstan her çende ku gelek belge li ser wan hene, lê ew
di rewşekî xirab de ne piştî tevlîheviya libinanî û berî wê
jî ew pirsgirêka Filistînî dema ku – Xalid Mişeal- dane pêş
da ku leşgerê Îsraîlî li Gaze bi revîne û piştevaniya wî jî
bi pareyên Îranî û piştevaniya Soriyê bû û weku wê jî
piştire – Hesen Nesrûla- kir. Gelo wê rewş wekî berê bi mine
wate berî nîvê heyva temûzê -? Geloo wê civaka navdewletî li
ser danûstandinê hina berdewam be li gel van her du
hikûmetan û badeka Alherîrî û Yoraniyûmê? Û piştire helwestê
cîhanî û piştguhdana wan ji layenên djiber yêen netewî li
soriyê?
Destpêka Laperi |