|
Sergotar
Diyardeyeke erênî pêwîst e kûr bibe
Bûyerên heleqeya lêkolînî derbarê
hizr û kêşeyên tevgera netewî rizgarîxwaza kurdî rengek ji
hewildanên lêvegereke-şermîn-weke xwerexneyeke ne eşkere ji
aliyê nûnerên hindek şepolên netewî yên beşdar, bi taybetî
ji aliyê du rêbazên cida û dijber ku semyana tundrewiyê bi
xwe digirin:şepola netewiya tundrew û
şepola–niştimanî-antî-nasiyonal ya nêzîk ji tevgerên ku dûr
ji semyana netewî kar dikin.Her weha, tevî sinordariya
popularî û serdestiya herdû şepolên navhatî di navendên
çandî û siyasî di kurdistanê de, dîsa bala ravekaran kişand
ku nûnerên wan di vê heleqeyê de, û bê rêkxistin her yek ji
aliyê xweve, lihevkirinek bi şepola netewiya demokratîk re
dane nîşandan.Ev bi xwe pêşveçûneke di bîreweriya netewî ya
kurdî de.Ji aliyekî din ve, nêrîneke hevbeş derbarê jêderên
hizra netewî kurdî û pêvajoyên pêşveçûn û sedemên qelsiya wê
, hate holê. Divê bê gotin ku, pêşveçûna şêwaza
danûsitendina demokratîk derbarê pirsên di nîgaşê de di
navbera panelîstan de û rêzgirina hevûdu, taybetmendiyeke
din ya heleqeyê bû.Her weha, arezûya bihêz li nik kadroyên
tevgera rizgarîxwaza neteweyî nexasime nifşê nuh derbarê
guftûgo û nîgaş û tihniya wan ya rewşenbîrî ji doz û hizra
tevgera netewî rizgarîxwaza kurdî re.Di heman çarçoveyê de,
helwesteke demokratîka yekgirtî sebaretî parastina ezmûna
Kurdistana/Iraqê û pêkanîna erkên wê yên aborî û civakî û
neteweyî û piştgirîkirina wê di warê çareserkirina
pirsgirêkên neteweyên kurdistanî li gor ku di destûra herêm
de hatiye çesipandin, di guftûgoyê de hate xuyakirin
. Ji aliyekî din ve,
hevkariya di navbera serokatiya zanîngeha Selahedînê û
Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî, di girêdana heleqeya lêkolînî
sebaret bi hizr û kêşeyên tevgera neteweyî rizgarîxwaza
kurdî ciyê rizamendiya beşdaran bû.Her weha, wan daxwza
berdewamiya karê hebveş di nabvera tavilê dezgehên
rewşenbîrî di herêmê de kirin, bi taybetî di derbarê
pirsgirêkên kurdistanî yên giştî de.Tevî ku bê guman, hindek
kêmasî hebûn, lê dikarin di paşerojê de bêne çareserkirin. Di
dawiyê de, divê bê gotin ku-tevî hemû erêniyan-hişmendiya
neteweyî li nik kadro û ronakbîrên tevgera neteweyî ya kurdî
lawaz e di gel nebûna bîrdoz û zaniyaran di hemî biwarên
dîrokî û siyasî û çandî, evên ku di qonaxa îroyîn de, here
pêwîst in.
Destpêka Laperi |