daxwaniya kotay yan Bawernama çanda ntewyî

   
       
 

 

 

       

Bi hatina 107 mîn salvegera rojnamegeriya kurdî, Kombenda KAWA bo çanda kurdî ji  23-30.2005  li Hwlêra û li jêr çavdêriya wezareta Rew؛enbîrî a Hukumta Kurdistan ê Heftiya çanda netewyî rêkxist. Hêjayî gotinêye, ku  çend Rew؛ebîrên helbijartî  ji herçar  parçên Kurdistanê lê be؛darbûn û  bi ؛êweyekî realist bas  û lêkolîn li ser jiyana  rew؛enbîrî li Kurdistan ê pê؛؛ kirin û bi hevre  ev blgnama çandî a  netewyî we؛andin:

-                                 Sipasî û rêzlêgirtin li  sergirdaytî siyasî, dezgehên Hukumetê û ragihandinê li Hewlêra paytext ji bo pê؛wziya gerim, vîna bihêzkirina peywendiyên  biratî û be؛darbûna çalak di kar û bare Heftiya çandî de.

-                                 Nirxandina tevgera serhildana çandî li Kurdistana Iraq a  Fedral de, nemaze di rew؛a azadî, dêmoqratî û derbirîna bîr  û rayên ciyawaz de, berawedî (hemberî )  bi rew؛a  aloz û sext ya çandî li parçeyên din ê Kurdistanê, li gel destnî؛ankirina hin destkeftên erênî (pozitiv) ên ku li dervî welat bi dest kurdan ketine,  nexasima  di ware rojnamegeriya êlektronî de û xebatên ji bo pê؛vebirna ziman û hûner de.

-                 ؛؛kirina babetên objêktîv, ؛irovekirinên zanistî û rexnekirtin li ser hemû biwarên  jiyana rew؛enbîrî, jiber ewe rêya herî rast bo pê؛deçûna rew؛nbîriya neteweyî û xwenûkirina bê westan li  gor serdma nû, ta ku bighêje astên (sewiya) Navneteweyî.

-                                 Dijberiî di navbera Kevin û nû de û di hemû biwarên jiyana kurdan de, û bêgoman wê piranî li aliyê ba؛iyê be, û bi desxistina berhemên ba؛ girêdayî rêzlêgirtina çavkaniyên çanda neteweyî , mina: ( Serkirid  û kesayetiyên civakî, ramyarî, olî û ronakbîrî ) bi taybet rola neteweyî a rêbaza Berzaniyê nemir di tevgera – Kurdayetiyê – de û destkevtên serdema nû di  ba؛ûrê  welat de; herweha jibîrnekirina daxwaz û boçûnên neweyên kênc û sûdwergirtin ji çavkaniyên çanda cîhanî û mirovayetî. Pêwiste neyê jibîrkirin, ku miletê kurd hîn jî di qonaxa rizgariya netewyî de di hemû warên ramanî, civakî,siyasî û rew؛enbîrî de; û herwise dive tevger û helwêstên tundrewan di pêvajoya çanda  kurdî de li  berçavan bê û rê li ber pê؛veçûna wê were girtin.

-                 Erkên Rew؛enbîrên kurd ewe, ku çalakî û tevgera xwe li gor demê bi pê؛ve bibin, û rew؛a hest bi bindestî, hêsirbaran li  ser pa؛erojê û hêviya çarenûsa nediyar derbikevin û ؛anazî bi çand û srmiyana netewyî bikin û bi serbilindî dest bi xebat û rexnekirtina bêtirs ji  bo avakirina dahatû bikin.

-                                 Pejrandin û bihêzkirina peywendiyan di navbera çandên netewên ku li ser axa Kurdistanê dijîn, wek ( Kild û  asûrî, Tirkuman, Armen, Cerkes, çaçan, Cihû û êd mayin..), herweha kûrkirna prînsîpên dostayetî û bihevrejiyana a؛tî di navbera kurd, ereb, tirk û farisan de  li sr bingha hevgirtina bi dilxwazî û parvekirina mafan bi wekhevî.

-                 Amadekirina rew؛enbîrên kurd  ji bo bergirtin li tehlûkeyên çandî û îdyolojî ên navxwe û derve, nemaze ên komikên (girupên) têrorist û îslama siyasî û mezhebî, yên ku dîn ji bo berjewendiyên siyasî û rêxistinî ên tenk bi kartênin; herweha hêzên regezperst û ؛ofen, ên dijî  bihevrejiyanê û a؛tiyê.

-                 Pi؛tgirî û alîkariya çareseriya federal ji bo pirsa kurdî di Iraqa nû a azad û firehpartî de, û  daxwaz  da ku ev ezmûna (tecrûba) giring bib wek nemûne bo çareserkirina pirsa miletê kurd li hercar parçeyan û herweha ji bo guhertinên dêmoqratî di hemû welatên Rojhelata Navîn a mezin de.

-                 Pêzanîna destkevtên ba؛ûrê Kurdistan, weke serkevtineke tevgera rizgarîxwaz a miletê kurd li hemû deveran, û pejrandina wan berheman weke faktorê serhildana çanda nteweyî. Di vê derheqê de, be؛darên hefteya çandî pîrozbahî û destxwe؛î li serkirda siyasî a vî parçê giranbuha û hemû dezgehên neteweyî û cemawerî, ji bo rola wan di dahatûyekî xwe؛ de dike; û herweha bi dilxwe؛î be؛dariya ؛ahiya hemû gelê Kurdistan ji bo helbijartina bi rêz Mesûd Berzanî bo  serokatiya herêma Kurdistana Iraq  a federal dike.

-                 Sipasya hukumeta herêma Kurdistana Iraq ê bo pê؛wazî û wergirtna xwendevanên hmû parçên Kurdistan li zanîngehan û em hêvîdarin, ku ev yek her berdewam bê û wergirtina xwendevanan di pê؛ de li ser bingeha zîrekbûn û rew؛a civakî be, nek li ser bingeha layengerî partiyan be; her di vê derheqê de, em pê؛niyaz dikin, ku zankoyke  netewî bi nave “ Zanîngeha Berzanî “di warê xwendina perwerda netewyî, mirovaytî û zimanekî yekgirtû de were vekirin, da ku hemû xwendevanên kurd têde bi cih bibin.

-                                 pêwiste prinsîpa li darxistina “ Heftiya çanda Neteweyê “ bibe tradîtsyona salane û em pê؛niyar dikin, sala bê jî dibin dirû؛maHewlêr paytexta çanda  Neteweyî e“ bi ؛êweykî ba؛tir  û berfrehtir çê bibe, daku kurdên dervî welat jî be؛dar bibin û pirsa hunerên ciwan jî; wek: Sîneme, ؛anogerî,mûzîk û ؛êwekarî jî werin pê؛؛kirin û lêkolîn.

-             Helbijartina komîteyeke amadekar a çanda neteweyî,  daku li sr  pê؛niyazan  û cî  bicîkirina erkê dahatû raweste, di nav wan de jî çalakiyên salane.

-                 Biryardana pê؛؛kirina xelatên mîdaliye di  hevdîtina  sala  2006 an de bi kesên çalak di ware çanda neteweyî de, bi nave “ xelata Mîr  Celadt Bdirxan “.

-             Jinûvewe؛andina rojnamaKurdistan “  a ku Ronakbîr Midhet Bedirxan derdixst, weke organa “ Hefteya çanda Neteweyî “ û bi  srperi؛tiya desteyeke ji  Nivîskarên  neteweyî; hrweha damezrandina  malpereke êlektronî û xebat ji bo vekirina kenalekî televizyonî ya esmanî a Neteweyî di dahatûyeke nêzîk de.

-                 Bihêzkirina pêwendiyan di navbera hemû rew؛enbîrên kurd de, li hemû cihên ku lê dijîn ji bo we؛an û belavkirina berhemên wan, û herweha damezrandna fondke Neteweyî ji bo alîkariya rew؛enbîrên  hewcedar, pîr û kal û nexwe؛.

-                   Xebat ji bo avakirina korekî zaniyarî ê Kurdistanî bi alîkariya rew؛enbîrên hemû parçên Kurdistan û kurdên dervî welat.

-             Bilindkirina dirû؛manehêlana nexwendevaniyê li Kurdistan “ ê. û sozdan bo bicihanîna wê bi hêza navxwe û alîkariya derve.

 

Kombenda KAWA bo çanda kurdî

Hewlêr 28.04.2005